Ji pirtûka Hesenê Metê ya bi navê Pêsîrên dayê çîroka Keç û Bav

kurdistani 04:51 PM - 2015-04-26
Ji pirtûka Hesenê Metê ya bi navê Pêsîrên dayê çîroka Keç û Bav

Ji pirtûka Hesenê Metê ya bi navê Pêsîrên dayê çîroka Keç û Bav

Bi dengê giregirekê re ber bi paş ve pengizî,milê wê î rastê li ba ket û xwîna wê heta ba min pijiqî. Kizînek bi dilê min ket lê deng bi min neket,ez neqêriyam,ez negiriyam. Min xwe bi ered re ber bi wê ve kişand û heta nêzîkî wê çûm. Heta ku ez çûm gelek xwîn jê çûbû,milê wê yî rastê jê qertilî bû û min dît bê çiqas giran birîndar e.

Lê hîn jî li ser hişê xwe bû. Dema ku min xwest ez bi parçeyekî şûtikê xwe birîna wê bipêçim,wê tişetekî ji berpirsiyariya min girantir ji min xwest. Ez dudilî bûm,kelogirî bûm...min her du lêvên xwe gez kirin ku dengê girî ji min neyê der,min nexwest ew vê yekê li min bibîne. Lê xwedê dizane wê dîsa jî ferq kir,loma bi diwarî berê xwe da min û bi dijwarî got: Heval...êşa laşê min...giran bûye. Ji bo ku ez nekevim destê dijmin,dixwazim tu berpirsiyariya xwe bi cîh bînî...eviya ez weke qumadarekê ji te dixwazim.

Min bala xwe dayê ku xelasî nîne. Her ku wext li me diçe,leşker nêzîktir dibin û helîkopter jî bêtir dadiketine. Bêyî ku daxwaza xwe,gor şertên me û şer...min bi daxwaza qumandara xwe kir. Min bi daxwaza hevala xwe kir,min bi gotina keça xwe kir.

Min xwest ku di demeke gelek kurt de xelas bibe,min berê lûleya tifinga xwe ber bi wê ve dirêj kir,min çavên xwe girtin û di wê gavê de ew gotinên min ên li mal hatin bîra min. Lê vê cara sisiyan min jê re ew gotin bi lêv nekirin,min negotê: ez ê bi van destên xwe te bikujim. Lê min kuşt.......
Bi rastî jî bûyerên wekî vê çîrokê di nav refên gerîla de pir in. Bi taybetî jî di §erê ku li Kobanê qewimî de gelek bûyerên bi vî rengî di nav §ervanên ypj'ê de pêk hatin.çi di nav keç û bavê de çi jî di nav hevalên wan de.ji ber ku ev jî mercekî §erê §ervanên jin e,ji bo ku bi zindî nekevin destên dijmin §ehadet ji wan re rihm e. Hesenê Metê jî di vê çîroka xwe de xwe§ aniye ziman.

Rodî Hesen...

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket