Kantona Efrînê komîteyek ji piştgiriya avakirina Kobanê ava kir

kurdistani 03:55 PM - 2015-04-26
Kantona Efrînê komîteyek ji piştgiriya avakirina Kobanê ava kir

Kantona Efrînê komîteyek ji piştgiriya avakirina Kobanê ava kir

Encûmena  Rêber a Kantona Efrînê di civîna xwe ya asayî de komîteyek ji piştgiriya avakirina Kobanê ava kir.

Encûmena Rêvber a Kantona Efrînê civîna xwe ya asayî bi beşdarbûna seroka Encûmenê Hêvî Mistefa û herdû cîgirên wê, her wiha serokên desteyan û endamên din lidar xist. Di civînê de mijarên xizmetan, civakî û aborî hatin nîqaşkir.

civîn bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre mijarên ku dê nîqaş li ser wan bêne kirin hatin destnîşankirin. Di civînê de çawaniya piştgiriya ji nû ve avakirina Kobanê hate nîqaşkirin. Her wiha hemû desteyan raporên xwe yên pişgiriya avakirina Kobanê pêşkêş kirin. Di raporan de mijdarên alîkariyê bi du awayan hate destnîşankirin, aliyekî malî û aliyekî bijîşk, endizyar û mamosteyan hate destnîşankirin. Di encama nîqaşan de biryara avakirina komîteya piştgiriya avakirian Kobanê hate destnîşan kirin.

Piştre mijarên xizmetan ku buhayên kirîn û firotina genim ji cotkaran hatin nîqaşkirin û Desteya çandiniyê, aborî, zimhêrê û maliyê hatin erkdar kirin. Lialiyê din jî mijarên aborî û bazirganî ên giştî di nava Kontonê de û çawaniya têkiliya bi wan re hatin nîqaşkirin. Di encama nîqaşan de komîteyek çareserkirina aloziyan girêdayî Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyên û desteyên din ên ku dê alîkariya wê bikin, hate avkirin.

Di civînê de berêz Welîd selemê serokê desteya vegihastinê li ser giliyên berhemdarên ser nivîsgehên şehin û her weha selemê teqez ser pêwîstiya avakirina cigeha asayîşê li keraca navendî ku li ser pêwîstiyên ewlehî ku li keracê raweste kir.

Têbînî; Ev ji malpera Kantona Efrînê hatiye wergirtin...

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket