"Di diyarkirina pêşeroja navçeyê de Kurd wê xwedî roleke girîng bin"

kurdistani 11:41 AM - 2015-04-26
"Di diyarkirina pêşeroja navçeyê de Kurd wê xwedî roleke girîng bin"

"Di diyarkirina pêşeroja navçeyê de Kurd wê xwedî roleke girîng bin"

Mamosteyê peywendiyên navdewletî li zaningeha Lîhay a Emerîka Henrî Barkey da xuya kirin  ku wê Kurd di diyarkirina pêşeroja navçeya rojhilata navîn de xwedî roleke girîng bin û tekez li ser wê yekê kir ku Kurd li rohilata navîn weku hêzeke bi bandor  derdikevine pêş.

Barkey di gotarek xwe de li ser rûpelên rojnameya Waşinton Post a Emerîka got: "Her çendê Kurd di navbera çar welatan ( Tirkiyê, Êran, Êraq û Sûriyê ) de hatine pereçe kirin, lê weku hêzeke bi bandor derdikevine pêş", her wiha çexit li ser wê yekê kir ku bê guman Kurd dê bi bandor bin di diyarkirina pêşeroja navçeyê de.

Barkey di gotara xwe de ya bi navnîşana ( Bi dawîbûna Dewletê li Rojhilata navîn) bal kişand ser bi rewşa Kurdan li navçeyê û da xuya kirin ku Kurd li Îraqê xwedî Herême federal ya naskirî ne, li Bakûrê Kurdistanê jî ligel hikûmeta Tirkiyê danûstandinên aştiyê birêve dibin, Her wiha wê Kurd li Sûriyê beşdarî prosa diyarkirina pêşeroja Sûriyê bibin.

Û wiha pê de çû: Kurd li Sûriyê û Êraqê û bi hevkariya hêzên esmanî yên Emerîka di parastina xaka xwe de serkeftî bûn, rêxistina terorê DAIŞ têkbirin û ew neçarkirin paşve vekşin.

Barkey dibêje em dikarin di tiştên ku Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê bike de, pêşeroja rojhilata navîn nas bikin û bibînin û wiha pê de diçe min di heyama serdana xwe de bo Çiyayê Qendîlê û di hevdîtinên li gel serkirdeyên PKK`ê de ew encam bi dest xist ku PKK`ê di bi dawîkirina şerê çekdarî de li Tirkiyê ji dil tevger dike, lê çek danîn ne di bernameya wê de ye, PKK`ê xwe tevgereke xwedî erk nas dike , li gorî nêrîna wê ya dem kurt, ew li Sûriyê û Êraqê li hemberî êrişên DAIŞ bergirî li Kurd dike, her wiha hindekayiyên weku xiristiyan û Êzîdî jî ji êrişên diparêze û li ser asta demdirêj de PKK`ê di demokrasiyê de xwedî nêrîneke teybet û dixwaze vê dîtine xwe pêk bîne.

Û got: Ev nêrîn diyar dike ku birêve çûna rojhilata navîn berve aliyeke baş ve ye.

A: Şêwrawî Mamo

PUKmedia / Weşinton Post

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket