Nepal banga yarmetiyê li civaka navdewletî dike

kurdistani 09:40 AM - 2015-04-26
Nepal banga yarmetiyê  li civaka navdewletî dike

Nepal banga yarmetiyê li civaka navdewletî dike

Welatê Nepal piştî duh rastî erdhejeke dijwar hat ku di encamê de bêtirî 1805 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 4718  kes birîndar ketin, banga yarmetî û alîkariyê li civaka navdewletî kir.

Duh şemiyê 25 / 4/ 2015`e danê sibehê Nepal rastî erdhejeke bi hêza 7.9 li gorî pîvana rêxter hat, di encamê de gelek mal rûxiyan û hate ragihandin ku çendê rewşa geş û bas are jî, lê welatiyên çendîn bajarên Nepal ji ber metirsiya ku erdhej dubare bibe li derve razan.

Wezîrê ragihandinê ya Nepal Mînindira Rêgal got; Ji bo rizgarkirina qurbaniyan û ji nû ve avakirin me dest bi kampanyeke giştî kir û pêdiviya vê yekê bi xebateke mezin heye. Her wiha got: Yek xulekekê de welatê me wêran bû û pêwîstiya me alîkarî û yarmetiyeke mezin heye.

Her wiha wezareta karê navxwe ragihand ku li gorî  agahî û zanyariyên bi destketine, hejmara kuştiyan gihîştiye 1805 kesî û birînran 4718 kesî.

Welatê Nepal hejmara niştecihên wê 28 milyon kese û eve kambaxtirîn erdheje ku rastê tê ji 81 salan ve.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket