Mekteba siyasî 39 salvegera damezrandina Komeleya Xwedekaran pîroz kir

kurdistani 08:48 PM - 2015-04-25
Mekteba siyasî 39 salvegera damezrandina Komeleya Xwedekaran pîroz kir

Mekteba siyasî 39 salvegera damezrandina Komeleya Xwedekaran pîroz kir

Mekteba siyasî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê 39 salverga damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê li komeleya Xwendekaran pîroz kir û tekez li ser wê yekê kir ku Komeleya bi serpereştiya Şehîd Aram û hejmarek ji xwendekarên şoreşger ên Kurdistanê hate damezrandin,  rê li ber şorşa hevçerx a gelê Kurd vekir.

Bi beyannameyekê ragihandina mekteba siyasî yê YNK`ê bi bona vê helkeftê bal kişand ser bi wê yekê ku komek ji xwendekarên şoreşger ku "şehîd Azad Hewramî, şehîd Şiwan û şehîd Reuf, bi tev bi dehan çalakvan di nav de", di yekem xwepêşanda pê rabûn di havîna sala 1976 de li Silêmaniyê ji aliyê rêjîma Baas ve hatine girtin. Lê pişt re û her çendê rêjîma Baas li dijî damezrandina komeleyan û tevgerên demokrak biryarên tund dabûn ku gefa darvekirirê li damezrînerên komelyên bi vê rengî jî  dixwarin, vê komê ji xebatkaran di 26 / 4 / 1976 de Komeleya Xwendekarên Kurdistanê damezrandin û li hemû bajarên Kurdistanê û Bexdadê balavokên xwe balavkirin û ji aliyê xwendekaran ve bi erênî pêşwazî li xebata wan hate kirin.

Mekteba siyasî her wiha da xuya kirin ku Komeleya Xwendekarên Kurdistanê, Pêşmerge û kadrên herî zana yên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di nav xwe de hembêz dikir, û tekez li ser wê yekê kir ku damezrînerên vê komelê di xebatê û berxwedanê de kesayetiyên nimûne bûn, herdem argurê tekoşînê di destê wan de bû, li seranserî bajar û bajarokên Kurdistanê ( Pêncewîn, Silêmaniyê, Qeledizê, Kerkûk, Ranya, Koyê, Helebçe..her wiha) dînemoya xwepêşandan û çalakiyan bûn û da xuya kirin ku Şehîd û girtiyên komeleyê şahidê vê rastiya dîrokî ne.

Beyannameyê wiha berdewam kir: Piştî Raperîna bihara 1991`ê jî, Komeleya Xwedekaran di zîndîkirin,  çespandina giyana demokrasiyê, xebata  pîşekarî û perwerdeyê de roleke mezin lîstin, di sala 1994 de diruşma "Xwendina hevçerx" rakirin û rijdbûn li ser guhartina felsefeya perwerdekariyê.

Mekteba siyasî her wiha bala Komeleya Xwendekarên Kurdistanê kişand ser bi wê yekê ku divê ew di têghîştina naveroka serdemê û gorankariyên têne kirin de hişyar bin, her wiha bang li xwendekaran kir ku berê xwe bidin qonaxa nû ji xebat û erkên Demokrasiyê û pîşekariya hevçer, ji ber ku qonxana bihurî û erkên kilasîk ên demokrasiyê  berve dawî ve diçin û di heman demê de erkên nû yên demokrasiyê û pîşekariya hevçer derdikevine pêş. Her wiha bal kişand ser bi wê yekê ku dujmijnên demokrastiyê dixwazin xendekar di rê û rêbaza kilasîk de bimînin û jê der nekevin.

Mekteba siyasî her wiha tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste erkên nû yên Pîşekariya hevçer, demokrasiyê û lêkdanên civakî di ber çav ve bêne derbas kirin, û bal kişnad ser bi wê yekê ku divê komeleya Xwendekaran, xwendekariya hevçer ji xwe re bikine armanceke sereke, bala xwe nedin bernemeyên fêrkirinê yên paşketî û pîvan û ramanên sedsalên  navîn, her wiha cexit li ser wê yekê kir ku divê hewildan bêne kirin ji bo ku asta zanistî bighêje asteke bilin û pêş ji zanistiyê.

Her wiha da xuya kirin ku pêwîste zanistiyên mirovî û sirûştî gelek girîng bêne girtin û li ser seknandin bête kirin, Dayîngehên zarokan ji dêla odeyên reş ên ramanên sedsalên navîn bibine bingeha perwerdekirina zarokan. Wekî din da xuya kirin ku perwerdekariya zanîngehan jî rûyê şaristaniyetê ye di fêrbûnê de û pêwîste gelekî girîngî li hemberê bê nîşandan.

Mekteba siyasî ji aliyekî din ve tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste xwendina sirûda (Ey Reqîb) û rakirina ala Kurdistanê, her roj,  her sibehekê,  hezkirina welat û netewa Kurd di dilê xwendekaran de biçîne û ev yeke li seranserî Kurdistan bibe kevneşopek.

Mekteba siyasî di dawî de bang li wezaretên perwerde û xwendina bilind kir ku, biryarên nû yên hikûmetê yên derbarê gorankariyên di bernameya fêrbûnê de pejrandine, bê bal bide kevneparêzan, cîbicî bike.

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket