Serokkomar Masûm ligel Leyla Zana û Demirtaş civiya

kurdistani 03:43 PM - 2015-04-25
Serokkomar Masûm ligel Leyla Zana û Demirtaş civiya

Serokkomar Masûm ligel Leyla Zana û Demirtaş civiya

Serokkomar  Dr.Fuad Masûm di heyama serdana xwe de li Tirkiyê,  li Enqerê û Stenbolê li gel parlemanter û siyasetmedarên Kurd civiya.

Serokkomar di hevdîtinên xwe de li gel siyasetmedar û parlemanterên Kurd li Tirkiyê tekez li ser girîngiya prosa aştiyê kir, her wiha da xuya kirin ku ew ji aliyê xwe ve piştgirî li prosa aştiyê dikin, ji ber ku bi tenê wê aştî rê li ber jiyaneke aram, geş û demokratîk li navçeyê veke.

Seroketiya  Komarê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokkomar Fuad  Masûm roja pêncşemê 23 / 4 / 2015`e li Enqerê pêşwazî li şandek ji kesayetiyên Kurd ku ji her yek ji Hevserokê Partiya Demokrasiya Gelan HDP`ê Selahedîn Demirtaş û wekîlê firaksyona HDP`ê di parlemantoya Tirkiyê Îdrîs Balokan pêk tê kir û ligel şandê rewşa siyasî ya giştî û rê û rêbazên jiyaneke demokratîk li navçeyê avakirin û çawa berve pêşketinê gav bêne avîtin gotebêj kir û nirxandin.

Her wiha hate ragihandin ku serokkomar roja înê 24 / 4 / 2015`e li Stenbolê pêşwazî li palemanter û siyastmedara Kurd Leyla Zana kir û di hevdîtinê de rewşa giştî ya navçeyê û pêşketinên dawî derbarê prosa çareseriyê gotebêj kirin.

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket