Hemîd Derwîş: Em amadene li gel rêjîma Sûriyê rûnin

kurdistani 01:33 PM - 2015-04-25
Hemîd Derwîş: Em amadene li gel rêjîma Sûriyê rûnin

Hemîd Derwîş: Em amadene li gel rêjîma Sûriyê rûnin

Sekreterê Partiya Demokratîk a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê, Ebdulhemîd Derwîş ragihand ku divê em li kanalekê bigerin bo gihêştina diyalogeke cidî li gel rêjîma sûriyê bo derxistina gelê sûriyê ji karesata ku roj bi roj kûr dibe.

Di semînereke siyasî ya berfereh de li bajarê hewlêrê ku gelek pariyên Kurdî û kurdistanî jî lê amade bûn, Sekreterê Partiya Demokratîk a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê Ebdulhemîd Derwîş aşkira kir û got: Berya şoreşên bi navê buhara erebî û karesata ev li Sûriyê biqewime bi mehekê wî bi nameyeke vekirî serokomarê Sûriyê Beşar Esed re di 22/11/2010`an ji karesateke weha hişyar kiriye.

Hemîd Derwîş aşkira kir ku wî bi hevalîniya endamê mekteba siyasî ya Partiyê Ehmed Silêman li gel cîgirê emîndarê Partiya Baasê (Mihemed seîd Bixîtan civiyane û bi rêya wî nameyeke devkî ji serokomarê sûriyê re şandine û jêre gotine ku, “hîna şoreş di destpêka wê de ye û divê bi pozetîf reftarê li gel şoreşê bikin û divê bilez kongireyeke niştimanî ya berfereh bi amadebûna nûnerên tevahiya pêkhateyan û aliyên siyasî û civakî û çandî û bi serpereştiya Esed bi xwe bê lidar xistinê, ji bo gihêştina çareseriyeke niştimanî û hemû aliyan razî bike, nexwe ewê alozî kûrtir bibe û wê qad ji destêwerdanên derve yê cuda re vekirî be.” Derwîş got: Mixabin ev tişt çêbû.

Di vê derbarê de, derwîş got jî: Îro ew di wê baweriyê de ye ku divyabû wî ew dawetnameya serokomarê sûriyê ji bo hevdîtinê qebûl bikra.

Di berdewamiya axaftina xwe de Hemîd Derwîş got jî: Di rewşa niha de ku hêzên herêmî û navdewletî ji berpirsyartiya xwe ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ji rewşa Sûriyê re direvin û piştî binkeftina hevdîtinên Cinêv (1 û 2) divê em li kanalekê bo gihêşttina diyalogeke cidî li gel rêjîma sûriyê bigerin daku em gelê sûriyê ji vê karesatê ku roj bi roj kûr dibe derxînin.

Teqez li wê yekê jî kir, ebdulhemîd derwîş got: Em weku Partiya Demokrata pêşvero ya Kurd, emê du dil nebin û emê ji her teroreke fikrî re çok daneynin ku em dîtina xwe di vê derbarê de bêjin, ji ber ku ev yek di xizmeta netew û gelê me de ye.

PUKmedia/ Malpera Dimoqrati

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket