Harf: Beyannameya Obama derbarê Ermeniyan bihêz bû

kurdistani 11:47 AM - 2015-04-25
Beyannameya Obama derbarê bûyerên 1915 ya Ermeniyan

Beyannameya Obama derbarê bûyerên 1915 ya Ermeniyan

Berdevka bi navê wezareta derve ya Emerîkayê Marî Harf şeva borî li ser beyannameya serokê Emerîka Barak Obama ragihand ku, ew dizanin ku hineek dixwazin ew gotarek cuda bikar bînin lê em dizanin ku eve ya raste.

Harf ji rojnamevanan re got: Beyannameya serok Obama derbarê bûyerên dîrokî gelekî bihêz bûye.

Pêştir Obama di beyannameya xwe ku roja pêncşemê bi şev ragihandibû gotibû: Îsal sed sal bi ser karesata mezin derbas dibe. Ew yekemîn karesata sedsala bîsteme, di destpêka sala 1915`an de Eremenî li nava împeratoriyeta Osmalî hatin derkirin, koçberkirin û serjêkirin û bi ligê wan ew şandin mirinê.

Hêjayî gotinê ye ku xelkê Ermenî dewleta Osmanlî bi koçberkirina bi zorê û bikomî kuştina Ermeniyan di sala 1915`an tometbar dike. 

Ji aliyê xwe ve jî Tirkiyê daxwaz dike ku komisyonek ji dîroknasên Tirk û Ermenî bête avakirin daku arşîvên derbarê bûyerên 1915`an ên liba Tirkiyê û welatê Ermîniya hene lêkolîn bikin  û encamên wê bi awayekî bêalî ji raya giştî ya cîhanî re bê parve kirinê. 

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket