Merasîma xemgînî û dilşadî: Cîhangîr Axa hat veşartin

kurdistani 10:03 AM - 2015-04-24
Merasîma xemgînî û dilşadî: Cîhangîr Axa hat veşartin

Merasîma xemgînî û dilşadî: Cîhangîr Axa hat veşartin

Li Ermenîstanê duh merasîmeke xemgîn û dilşadî hebû. Xweliyê Cîhangîr Axa yê di dema Qirkirina Ermenî û Kurdên Êzidî de bi Andiranîk Paşa re li hemberî dewleta Osmanî sekinîn û gel parastin, bi merasîmeke fermî ya dewletê hat veşartin.

Duh li Ermenîstanê merasîmeke hem xemgîn hem jî dilşadî hebû. Xweliyê Cîhangîr Axa yê di sala 1914'an de dema Împaratoriya Osmanî êrîşî Kurdan û Ermeniyan kir, bi Andiranîk Paşa re li hemberî dewleta Osmanî sekinîn û gel parastin, bi merasîmeke fermî ya dewletê hat veşartin.

Cîhangîr Axa di sala 1874'an de li gundê Çibûxlî yê navçeya Bêgirî ya Wanê ji dayîk bû. Ji malbateke axa bû û hem ji aliyê Êzidiyan hem jî ji aliyê Misilmanan ve bi rêzdarî dihat pêşwazîkirin. Cîhangîr Axa hêj di zaroktiya xwe de bi welatparêzî û ramanên nûjen nas dike.

Di dema Komkujiya Ermeniyan de bi hest û ramanên Êzidiyatiyê li yekîtiya civata Êzidiyan û gelê Ermenî digere ku bi hev re xwe ji zilma dewleta Osmaniyan biparêzin. Yekîtiya Kurdên Êzidî û Ermenî bi xurtî çênabe û bi bikaranîna hin peyayê ji hêzên cerdevan (Alayên Hemîdiye) dewleta Tirk a Osmaniyan ku hatibû belavkirin, Komkujiya Ermeniyan tê kirin. Di heman demê de komkujiya Êzidiyan jî destpê dike. Lê Cîhangîr pêşî mezinbûna Qirkirina Êzidiyan digire. Weke pêşengekî Êzidiyan li dijî dewleta Osmaniyan têkoşîneke navdar dimeşîne. Navê wî wekî tirs û xof dikeve dilê leşkerên Tirk.

Cîhangîr Axa bi taybetî di sala 1914'an de dema Împaratoriya Osmanî êrîşî Kurdan û Ermeniyan kir, bi Andiranîk Paşa re li hemberî dewleta Osmanî sekinîn û gel parastin.

Ji ber ku Andiranîk Paşa Ermenî bû û Cîhangîr Axa Kurdekî Êzidî bû, bi hev re li hemberî fermana mezin sekinînin û gel ji tinebûnê rizgar kirin. Îro li gelemperiya Sowyetê, li Ermenîstan û Gurcîstanê Kurdên Êzidî û Ermenî her behsa Cîhangîr Axa û Andiranîk Paşa dikin.
Piştî dawî hatina komkujiyê û sazûmaniya nû ya YKSS'ê, Êzidiyên ji komkujiyê reviyan xwe gihandin Ermenîstanê. Li ser wesiyeta Lenîn li wan xwedî tê derketin.

Bi destpêka desthilatiya Josef Stalîn re tinekirina Kurdan li wir jî destpê dike. Di sala 1936'an de ji ber tifaqa di navbera dewleta Sowyetê ya bi pêşengiya Stalîn û dewleta Tirk de, der heqê Cîhangîr Axa û Andiranîk Paşa de biryara lêpirsîn û girtinê tê dayîn. Li ser vê yekê Andiranîk Paşa derbasî Fransayê dibe, lê belê Cîhangîr Axa tê girtin û sirgûnî Sîbîryayê tê kirin. Tê gotin ku li wir li ser daxwaza Komara Tirkiyê di sala 1943'an de tê kuştin û ji bo goristana wî kifş nebe laşê wî tê şewitandin(?). Hin kes dibêjin Stalîn ew teslîmî dewleta Tirk kiriye. Li ser wî bi dehan stran ên dengbêjiyê hene...

Ji ber bêdefetiya aboriyê ya malbatê, heta niha nekarîbû ji bo dîtina gorê bikeve nava hewldanan. Lê belê di sala 2015'an de neviyê Cîhangîr Axa Mîrzayê Çolo dest bi lêkolînan kir. bi vê armancê çû Rûsyayê û bi lêgerîneke fermî arşîvên kontrol kir, di encamê de jî cihê gora Cîhangîr Axa peyda kir.

Bi piştrastkirina otopsiyê û belgeyên fermî re Xweliya Cîhangîr Axa ji cihê lê ye tê derxistin û tînin navçeya Oktuberiya ya Ermenîstanê.
Di 22'ê Nîsana 2015'an de Xweliya Cîhangîr Axa li gundê Axlîçê yê Oktunberiya bi merasîmeke fermî ya dewletê û amadebûna oldarên Êzidiyan û keşîşê Ermeniyan li ber peykerê wî yê li nêzî ziyareta Êzidiyan hat veşartin.

Neviyê Cîhangîr Axa Mîrzayê Çolo ev hewldanên xwe ji ANF'ê re nirxand:
"Me serî li rayedarên dewletê dan û daxwaza gora kalikê xwe kirin. Daxwaza me bi awayekî fermî hat qebûlkirin, ku di encama lêkolînan de cihê gora kalikê me ji me re hat nîşandan. Kalikê min ê di sala 1943'an de tê qetilkirin, li bajarê Seratov ê Rûsyayê li gora Xerîban de hatibû binaxkirin. Weke neviyê Cîhangîr Axa me jî xweliya wî anî û li ber peykerî wî veşart."

Di dawiya merasîmê de qewl û beytên Êzidiyatiyê hatin xwendin û xwarinê xêrê hat belavkirin.

KLAMA DENGBÊJ RESO YA LI SER CÎHANGÎR AXA

Dengbêj Reso wiha distrê di strana xwe de
Lo lo lo lo lo lo bavo,
Lo bavo şere xweyo şere şer girane,
Cîhangîr axa kela mêrane,
Dîsa mêrê hewar û gaziyane.
De lêxe kekê Fetila, de tu lêxe,
Eskerê Roma reş girane,
De berdê ji kela Wanê derxe.
Lo lo lo lo lo lo bavo,
Lo bavo şerekê qewimiye Tewrêzê,
Di devê vê Deleman, bonya rê da,
De Xweyo qanekê me qewimiye
Tewrêzê, Delîmanê binya rê da
Andiranîk paşa xweş mêrane aza
Qayîşa mawzerê tev girêda,
Got: “Ezê di bextê we da me,
Hûnê rabin, cawekê bidine Cîhangîr axa,
Bêjinê em ê di bextê tedane,
Tu di bextê Xwedê da,
De rabe,nesekine,were,
Hêsîrê me mane kela Wanê
Bin berfê da.”
De lêxe kekê Fetila,de tu lêxe,
Eskerê Roma reş girane,
De berdê ji kela Wanê derxe.
Lo lo lo lo lo lo bavo,
Lo bavo,dibê Fêrîk paşa hate Wanê,
Têlekê da bo Mûşê, Erzîcnê, Erzinganê
Digot: “Mişîro, bextê te û Xwedê me,
De rabe çend topekan bişîne Wanê,
De dibê hezar çarsid mêrê canfîda derketiye Rewanê,
De tu werê lêxe biqelîne koka me temamiyê.
De lêxê kekê Fetila,de tu lêxe,
Eskerê Roma reş girane,
De berdê ji kela Wanê derxe.
Lo lo lo lo lo lo bavo,
Lo bavo şere,lo xweyo şere, şer girane,
Şer girane,
Cîhangîr axa kela mêrane,
Dîsa mêrê hewar û gaziyane,
De lêxe kekê Fetila,de tu lêxe,
Eskerê Roma reş girane,
De berdê ji kela Wanê derxe
Dengbêj Şibiliyê Çaçan jî wiha distirê[biguherîne]
Were lo bavo,lo bavo,lo bavo,
Lo navo dilêm kobana sibêye,
Lo xweyo dilêm kobana sibêye,
Minê bala xwe dayê Changîr axa,
Axayê êlê,kekê Fetla,
De rênga Remequlyana wêran da
Kafir Hirçoki sîyare,de kefeye bi ber baye
Dewê da ketye berbi baye…
De tu berdê,kekê Fetla de tu berdê,
Axayê êlê de tu berdê,qayîşa maûzerê
Berevke,bavêje zendê,
De berî hezar hevsid mêrê hemîdyê de,
Derbaske gelîkêê Panosê,
Derbaske ava Alîkendê.
De derbaske ava Alîkendê,
De bira bêbextê Romê
Sere talanê Dêrcemedê
Xulam û xizmetkare neşîne şêrda…
Lo lo bavo,lo lo bavo.
Were lo bavo,lo bavo,lo bavo,
Bejna kekê Fetla zirave
Mianî sipindara dev gelya,
Lo xweyo,bejna mîrê min zirave,
Mînanî sipindara dev gelya,
De dibê bihare,belekya berê xwe da çiya,
De bihare belekya berê xwe da serê çiya,
Changîr axa kire gazî,go:
“Gelî koma xweya û pismama,
De rabin destê xwe bidine ser tetkê eynelûya,
Hewar me tucar nayê,
Hewara me maye Xwedê jorê,
Dîsa 5emsê lo me Êzdiya.”
De tu berdê kekê Fetla,de tu berdê,
Axayê êlê de tu berdê,qayîşa maûzerê,
Berevke,bavêje zendê,
De berî hezar hevsid mêrê Hemîdyê de
De xarke girê Panosê,
Derbaske ava Alîkendê.
Were lo bavo,lo bavo,lo bavo,
Lo bavo sibeye,dilê min kîne-kîne,
Lo xweyo sibeye,dilê min kîne-kîne,
De dibê hewarekê ketibû nava Romê.
Peya xwe peyê ra nagîhîne,
De peya xwe peyê ra nagîhîne,
Kamil Efendî kire gazî,go :
«Kuro,lawo,minê we ra digot,
Karê we bi talaê Êzdiya nîne,
De karê we bi talanê Êzdiya nîne,
De îro kubara sibê da,
Ser me da girtîye Changîr axa,
Mîrê zirav,Xwedê zane ruhustîne.”
De tu berdê kekê Fetla,de tu berdê,
Axayê êlê de tu berdê,qayîşa maûzerê
Berevke,bavêje zendê,
Berî hezar hevsid mêrê Hemîdyê de,
De xarke gêdûkaPanosê,
Derbaske ava Alîkendê.
Were lo bavo,lo bavo,lo bavo,lo bavo,lo bavo
Lo bavo meke,xweyo de tu meke,
De tu li serê Şemsê xweke,
Qasekê xwe di tetka maûzerê da egleke,
Hetanî koma pismama,
Hersê elekê navtenga hespê veke,
Hersê elekê navtenga hespê veke
Te go,kuro,lawo em tev bavêjine alyê malê,
Gula barûdê fişeka lêkin ?
Emê bajon pêşya bîmbaşyê Romê,
De bira careke dinê qesta talanê Êzdiya nekin.
De tu berdê kekê Fetla,de tu berdê,
Axayê êlê de tu berdê,qayîşa maûzerê
Berevke,bavêje zendê,
De berî hezar hevsid mêrê Hemîdyê de,
De xarke gêdûka Panosê,
Derbaske ava Alîkendê….
Ha hî, hî…
5 / 14

ERÎVAN - HARÛN HÊVÎ / ANF

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket