" Di nav tozê de winda bû" li festîvala navdewletî a Sirbistanê ye

kurdistani 05:27 PM - 2015-04-23
Ji Filama Kurdî " Di nav tozê de winda bû"

Ji Filama Kurdî " Di nav tozê de winda bû"

Filma Kurdî " Di nav tozê de winda bû" ya ji derhineriya Soran Îbrahîm e, beşdarî  festîvala sîmena ya navdewletî ya Sirbistanê dibe û nûnertiya Herêma Kurdistan û Îraqê dike.

Soran Îbrahîm îro bi daxuyaniyeke rojnamegerî ragihand ku Film li gel 19 filmên din  weku filmeke sereke beşdarî festîvalê dibe, her wiha ji bo xelata mezin a festîvalê werbigre namzete, û wiha pê de çû: Festîval îro dest pê dike û dê ta 26 Nîsanê birêve biçe.

Çîroka Filmê ku ji 14 xulekan pêk tê, çîroka du xortan ku yek ji ola Sabayî ye û yê dinê Êzîdî ye, dil dikevine keçeke Kurd a Misliman û malbata keçe Misliman razînabe ew pêre bizawcin digre dest, Film bi giştî çîrokek civakî ku pêkve jiyana di anvbera olên cuda de digre dest dinirxîne.

Hêjayî gotinê ye ku Filma Kurdî " Di nav tozê de winda bû" beşdarî festîval Delhî ya sînema ya navdewetî ya siyem bû, her wiha beşdarî çendîn festîvalên cuda bû û xelat wergirtin.

PUKmedia / Şoreş Mihmed Hisên 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket