Wêneyên jinên şervanên YPJ li mûzexaneya cîhanî

kurdistani 08:58 AM - 2015-04-23
Wêneyên jinên şervanên YPJ li  mûzexaneya cîhanî

Wêneyên jinên şervanên YPJ li mûzexaneya cîhanî

Li jêr navnîşana (berxwedan jinên Kurd li şoreşa Rojavayê Kurdistanê) hejmarek zor wêneyên jinên şervanên Kurd ên YPJ li mûzexaneya cîhanî ya bajarê Bon a Almanyayê hatine nimayîş kirinê û dengvedaneka mezin li ser nasandina rola Kurd di şerê li dijî terorê û berxwedana ji bo azadiyê daye.

Her di wê mûzexaneyê de di ew beşa taybet a jinên şervanên YPJ hatiye vekirin de bi rêya nivîsînê amaje bi jinên şervan hatiye kirin ku ji bo azadî û wekhevî li gel zilam û parastina ax û niştiman dest avêtine çekan û li her sînorekî axa niştiman de şer hebe li wir berxwedan dikin û bûne mezintirîn asteng li hemberî terorîstên DAIŞ û neyarên ax û welatê wan de.

Li gor zanyariyên PUKmedia`yê her roj 6 demjimêran ew beş vekirî dibe û ji aliyê hevseroka PYD Asya Ebdula ve li ser berxwedana jinên rojava semîner tên dayîn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket