Mekteba siyasî ya YNK`ê 117. salvegera rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

kurdistani 06:40 PM - 2015-04-22
Mekteba siyasî ya YNK`ê 117 salvegera rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

Mekteba siyasî ya YNK`ê 117 salvegera rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

Meketa siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi bona 117. salvegera rojnamegeriya Kurdî bi peyamekê pîroz kir, eve deqa peyamê:
 
Bi bona 117 salvegera rojnamegeriya Kurdî û derketina yekem rojnameya Kurdî ku rojnameya "Kurdistan" bû, em pîrozbahiyên xwe yên gerim aresteyî hemû rojnamevanên Kurdistanê yên her çar perçeyên Kurdistanê dikin û rola wan di raperandina karwana rojnamegeriya Kurdî de û ferehkirina ezmûna rojnamegeriya Kurdî de bilind dinirxînin.

Ji bilî em vê yadê pîroz bikin û zîndî rabigrin ku bîrdariya derketina yekem rojnameya Kurdî ye ku ji aliyê malbata Bedirxaniyan ve derket û bi xwe ev yek helkefteke pîroze û werçexaneke mezine, di heman demê de wa baştire ku ev helkeft bibe wêstegeheke ji bo li xwe veger û geşepêdana rojnamegeriya  Kurdî, ta di xizmeta gel û welatê me de bêtir xwedî rol û bi bandor be û erkên rojnamegeriyê bêne cîbicî kirin, her wiha di vê qonxana Kurdistan di nav de ye bi berpirsiyartî danûstandinê li gel bike, ku medyaya me di parastina ji terorîstan de bibe hêz û palpişteke mezin ji hêzên pêşmergeyên Kurdistanê  û civaka Kurdistanê re, û rûbirû li hember bîr û ramanên tundrew di nav civaka Kurd e derkeve, yekrêziya gelê Kurdistanê xortir bike, pêkvejiyanê biparêze û demokrasriyê û lêbûrdinê bi hêztir bike.

Careke din em 117. salvegera rojnamegeriya Kurdî li hemû rojnamevanan pîroz dikin, silav li giyana Miqdad Midhet Berdirxan û her kesê hevkar bû di derketine yekem rojnameya Kurdî de û xizmet da ye rojnamegeriya Kurdî.

Ragihandina mekteba siyasî ya YNK`ê
22 / 4 / 2015

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket