Kampanya “Ez ji Efrînê hez dikim”

kurdistani 03:57 PM - 2015-04-22
 Kampanya “Ez ji Efrînê hez dikim”

Kampanya “Ez ji Efrînê hez dikim”

Komeleya Zeytûn a Alîkariyan li bajarê Efrînê bi hevkariya 100 xwendekarên dildar ên amojgeha Zimanê Kurdî ya Viyan Amara bi diruşmeya, “Paqijî tenduristî û şaristanî ye” hemleya paqijiyê da destpêkirin.

Di destpêkê de dîwarên Amojgehê bi wêne û nivîsan hate xêzkirin. Nivîsên hatine nivîsandin jî derbarê agahdarkirina welatinan ji bo parastina xweza û hawîrdorê yên wekî “Paqijî xemla jiyanê ye.”, “Ez ji Efrînê hez dikim.” û “Efrîn dilê min e.” de bûn.

Her wiha hate ragihandin ku di hemleyê de kolanên bajêr dê bêne paqijkirin, kenarên riyên sereke dê bêne boyaxkirin, dibistan, navendên tenduristiyê û parkên bajêr dê bêne boyaxkirin û wêneyên hunerî yên derbarê biratî, aştî û parastina hawîrdorê dê bêne xêzkirin.

Komeleya Zeytûn a Alîkariyan di 6’ê insane de ragihand ku ew ji bo vê hemleya “Paqijî tenduristî û şaristaniye” ya bi piştgiriya Bernameya Herêmî ya Sûriyeyê amadekariyên xwe dike û bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî vê hemleyê bibin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket