Efrîn; Konferansa malbatên şehîdan birêve çû

kurdistani 11:31 AM - 2015-04-22
Efrîn; Konferansa malbatên şehîdan birêve çû

Efrîn; Konferansa malbatên şehîdan birêve çû

Seroketiya Encûmena Rêvebir:Konferansa we teqez dike ku cangoriyên pakrewanan sedema hebûna meye

Berêz Hêvî Mistefa seroka Encûmena Rêvebir li kantona Efrîn saziya malbatên şehîdan bi girêdana konferansa wan a çaremîn roja Duşemê û lewre li malciya Hêvî bi axaftinekê pîroz kir.

M.Hêvî Mistefa teqez kir ku şehîd ew rûmeta şoreşa me ne û bi saya cangoriyên wan ya bê sînor em îro hêmenî û aramî dijîn.

Û diyar kir ku di saya wan de îro me serî hildaye û megotî vaye em kurd hene di nav cîhanê de ji boyî wê em serkeftinên şoreşê û destkeftiyên şoreşê diyarî malbatên pakrewanan dikin, em ji wan re dibêjin, serbilind jiyan bikin, wîn xwediyên qehremanan ne qehremanên ku îro dîrokekê ji mere dinivîsînin, navên wan jî, ê di wê dîrokê de, ê bi tîpên zêrîn bên nivîsandin. Lê em dibêjin wîn xwediyê şehîdan ne wîn xwedî kedin we perçak ji kezebê xwe dayî ji boyî wê erka mezin barê mezin ku berdewakirina vê şoreşê ta em  bigînin asta azadiyê li ser milê we dikeve,

Berêz Hêvî di berdewamiya axaftina xwe de got: Em dîsa dibêjin ticarî ji xwînê natirsin tirsa me ku em nikaribin xwedî li şehîdên xwe derkevin xwedî li deskeftiyên xwe derkefin lê xwedî derketina gelê me di merasîma şehîdan de topîna me îro bi hejmarê hêviyên mezin didin me û tirsekê dide hember dijminê me gelê haqas girêdayî şehîdên xwe tu hêz nikarê me bişkînê em bi hêvî ne ku wîn biryarinî girîng derbarî malbatên şehîdan de bistînin û bi taybetî jibo zarokên şehîdan ji be rev zarok pêşeroja mene ev zarok bîranînên şehîdên gel mene û em ticarî dev jê bernadin û emê xwedî li wan derkevin û em serkeftinê ji konferansa were dixwezin.

Di berdewamiya konferensê de serokê desteya malbatên şehîdan a Efrînê Ebilhenan şêxo axifî û got:ku gelê kurd bi berxwedana cangoriyên xwe îro azad jiyan dike û wiha dom kir: Niha bi berxwedana hêzên YPG û YPJê yên ku di parastina Rojava de xwe çespandine û berdêleke pir mezin dane dê rojava jî wekî deverên din ên sûriyê de wêran bibaya. Û yên ku li konferansê beşdar hevserokên Encûmena Zagûnsaz Mihemed Seyîd Yosêf û Berêz Hêvîn Reşîd û hin desteyên encûmena rêvebir.

Jêder; Malpera Xseriya Demokratîk a Kantona Efrînê...

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket