Santrala Tavê ya Sumerparkê sibê vedibe
kurdistani 07:02 PM - 2015-04-20Santrala Tavê ya Sumerparkê sibê vedibe
Şaredariya me, li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê Bazgeha Tavê danî û sibê ev projeya nimûne tê vekirin û dest bi kar dike....
Şaredariya me bi mebesta ji enerjiya venûjer sûdê wergire “Projeya ku Sumerparkê Veguherîne Parka Tavê” pêş xist. Ev bazgeh sibê saet 13.30an li Sumerparkê bi beşdariya Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli bi daxuyaniyeke çapemeniyê tê vekirin.
Şaredariya me, “Projeya ku Sumerparkê Veguherîne Parka Tavê” qedand û Bazgeha Enerjiya Tavê ku 500 kW xwedî şiyan e ava kir. Bazgeha Enerjiya Tavê ku li Kurdistanê ya destpêkê ye, 2000 fotovoltaik panel û 17 înverter lê hatin montekirin. Bi saya vê bazgeha ku salane dê nêzî 800 MW enerjiyê bijene, dê pêdiviya elektrîkê ya Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bête bicihanîn. Bi vî awayî salane dê rê li 638.365 kg/a emisyona korbondioksit jî were girtin. Enerjiya ku ji vê bazgehê zêde were hilberandin jî dê bifiroşin şîrketên belavkirina enerjiyê û pê dahata şaredariyê çêbe.
8 mehan hate çêkirin
Projeya Veguherandina Sumerparkê ku ji ber prosedûrên fermî 8 meha kêşa qonaxa montajkirina panelan jî mehekê domand. Piştre jî bi qonaxa pejirandinê ya Wezareta Enerjiyê û Midûrtiya Giştî ya TEDAŞê, karê dewrgirtina şîrketa belavkirinê re girêdana pergalê hate qedandin. Bi vî awayî armanc e ku enerjiya zêdeyî pêdiviyê were firotin. Di çarçoveya projeyê de avakirina Atolyeya Tavê jî wek mebest danîne ber xwe. Bi atolyeyê, ji bo akademisyen, xwendekarên lîsansê, hewlkarên dixwazin vî karî bikin binesaziya perwerdeyê hate danîn.
Mebesta projeyê çi ye?
Mebesta vê projeyê, Ameda ku gelek tîrêjên rojê dibîne, bibe bajarek ku sûdê ji enerjiya tavê werdigire.
Ji aliyê din ve, li dijî santralên termîk, bendav û HESan enerjiyeke dostê xwezayê ya alternatîf bête vewejandin.
Plan ew e ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê, rojên tav zêde, enerjiya kut ê vejandin bê firotin û enerjiya Sumerparkê tev ji vê bazgehê bête bidestxistin.
Jêder; Malpera Şaresariya Amedê...
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19