Kenade tekez li ser piştgiriya Herêmê û Pêşmerge kir

kurdistani 03:49 PM - 2015-04-18
Kenade tekez li ser piştgiriya Herêmê û Pêşmerge kir

Kenade tekez li ser piştgiriya Herêmê û Pêşmerge kir

Sekreterê Encûmena Navendî yê Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê pêşwazî li sekreterê yekem yê karûbarê siyasî di balyozxaneya Kenedî li Enqereyê Andro Weyîb kir û li ser rewşa giştî û pêşketinên li Kurdistan û Êraq û navçeyê hat şirove kirin.

Di wê civînê de, sekreterê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Adil Murad aşkire kir ku Encûmena Navendî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê piştîvaniya hemwarkirina destura Herêma Kurdistanê dike ku ew desthilata serokatiya Herêma Kurdistanê belav bike û şêwaza desthilat û hikûmraniyetê veghusê bo parlemanî tako digel sîstema desthilata Demokrasî a Federal li Bexdadê nakok nebe.

Murad ji hikûmeta Kenedeyê xwest ku li dûv hinek ji welatên kendavê yên Erebî ku piştgiriya terorê dikin nebin û rastiya Êraqê û guhetinên li Êraq û navçeyê bi awayekî rasteqîne bixwîne û şirove bike û li gor siyaseta rasteqîne ku li dijî terorê dicengin tevbigerin.

Her weha Sekreterê Encûmena Navendî ya YNK`ê ew jî ji hikûmeta Kenedeyê xwest ku alîkariya hkûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge bike û spasiya xwe ji bo şandina kazanên leşkerî ji Herêma Kurdistanê re tako perwerdeya pêşmergeyên Kurdistanê birêve bibin kir.

Ji aliyê xwe ve, sekreterê yekem yê karûbarê siyasî li balyozxaneya Enqerê Andro Weyb ku hikûmeta Kenedeyê, di alîkarî û destekdana hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşmerge li dijî terorê de, pir cedî ye û hikûmeta wan dizane ku asta terorê û metirsiyên wê li ser cihanê û navçeyê di çi astekê de ye.

Her di wê civînê de, Andro Weyb aşkire kir ku ew rola partî û hêzên kurdî û Kurdistanî pir mezin dinirxînin ku li hemberî terorê şer dikin û liberxwe didin.

Tê gotin ku sekreterê yekem yê karûbarê siyasî li balyozxaneya Enqerê Andro Weyb wê wek kondulê Kenedeyê li Herêma Kurdistanê dest bi kar bike.

PUKmedia-Mekteba Ragihandina S.E.N.YNK

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket