300 rêxistin û kesayet wê ji bo konferansa avakirina Kobanê bêne vexwendin
kurdistani 05:54 PM - 2015-04-06Hevserokê şaredariya Amedê banga tevlêbûnê kir
KCD, KJA, Komeleya Piştevaniya Rojava, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ÎHD, Baroya Amedê û saziyên sivîl, banga tevlîbûna “Konferansa Avakirina Kobanê” ku dê di 2-3’yê Gulanê de li Amedê bê lidarxistin kirin.
Saziyên navborî ku pêşengiya konferansê dê bi dirûşmeya “Ji bo Kobanê tu jî kevirekî deyne” bê lidarxistin dikin, derbarê mijarê de li ber Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli daxuyanî xwend û diyar kir ku li Kurdistan û Tirkiyê nêzî 300 rêxistin û kesayet wê ji bo konferansê bêne vexwendin. Anli da zanîn ku wê li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî têkildarî mijarê ofîsek bê vekirin.
Anli da zanîn ku Kobanê bi tena serê xwe nikare xwe bi ser hev ve bîne û wiha got: “Wê ji çar parçên Kurdistanê, Tirkiyê û qada navnetewî gelek kes û rêxistin tevlî konferansê bibin. Kobanê di sê aliyan de hêjî dibin dorpêça DAIŞ’ê de ye. Tenê alîkariya mirovahî di deriyê Murşîtpinarê de dikare biçe Kobanê. Em hêvî dikin ku konferans bibe wesîleya korîdorê.”
PUKmedia-DÎHA
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23