Demirtaş: Ne em astengin, AKP`ê gav navêje

kurdistani 06:00 PM - 2015-03-28
Demirtaş: Ne em astengin, AKP`ê gav navêje

Demirtaş: Ne em astengin, AKP`ê gav navêje

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahedîn Demirtaş di civîna hevserokên bajaran de axivî û diyar kir ku hikûmetê, girêdayî pêvajoya aştiyê wan weke asteng dibîne û wiha got: "Gelo we kîjan gav avêt em li hemberî derketin?.

Damirtaş wiha pê de çû; Ez dixwazim Birêz Davutoglu bipirsim? Em li pêşiya kîjan gava we têkildarî pêvajoya çareseriyê de avêt asteng bûn,  mînakekê bide?" Demîrtaş bal kişand ser tiştên di dema kampanyaya hilbijartinê de pêk bên û wiha axivî: "Heke tiştek bi serê me bê ku dibe bê ricaya min a taybet a ji hevalên min ew e ku wê vê kêştiyê bibin lîmanê. Ev emanetî we ye. Ev kêştiya azadiyê çi be bila bibe wê bigihije lîmanê."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li navçeyan partiyê bi hevserokên bajaran ên partiyê re hate cem hev. Demîrtaş berî civînê di axaftina kirî de diyar kir ku bi awayekî fîlî xebatên hilbijartinê dane destpêkirin.

Demirtaş got: Ez bêjim tişta em jê re bûn asteng, zagona ewlehiyê ya we anî ye û, hamleya pêvajoya çareseriyê sabote bike ya we kir, em li hemberî vê yêkê bûn asteng. Heke ev li pêşiya pêvajoya çareseriyê asteng bin qisûrê mêze nekin em dest ji vê yekê bernadin."

Demîrtaş bal kişand ser provokasyonên di xebatên hilbijartinê de pêk bên û wiha pê de çû: "Berê xwe bidinê heke di serdema kampanyaya hilbijartinê de tiştek bi serê me bê rîcaya me ji hemû hevalên me ew e ku vê kêştiyê bibin lîmanê. Ev kêştiya azadiyê emanetî we ye û çi be bila bibe kêştî dê bigihije lîmanê. Ji ber ku em tevgera yek kesî nîn in. Em hebin û nebin ev partî bi keda xwe dê kêştiyê çawa bibe dizane." Demîrtaş da zanîn ku di partiya wan de pergala yekkesî tineye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di partiya me de pergala yêk kesî tuneye û nabe jî. Em partiyekî wisa nîn in. Bila mijûlbûna bi min re dilê xwe teng neke. Di pergala me de yek kesî tineye bi sed hezaran jin, ciwan, zilam hene wê bi kîjan re mijûl bibe."

Demîrtaş têkildarî lêçûna veşarî ya dan Serokkomar Erdogan û wiha axivî: "Êdî butçeyeke bi hêz a qesrê heye. Lêçûnên veşarî yên ti hesabê wê nede û bi dilê xwe bikar bîne heye. Wê çi li vî pereyî bike. Wê ewqas trîlyonan çi bike. Peywira îstîxbaartê girt. Artêşa wî ya taybet heye û di nava dewletê dewleta yekkesî ava kiriye."

PUKmedia / ANF`ê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket