Serok Masûm ligel serokê Tunêsê û Şah Ebdullah El-Sanî civiya

kurdistani 04:16 PM - 2015-03-28
Serok Masûm ligel serokê Tunêsê û Şah Ebdullah El-Sanî civiya

Serok Masûm ligel serokê Tunêsê û Şah Ebdullah El-Sanî civiya

Serokkomar Fuad Masûm li gel Serokê Tunêsê Bacî Qaêd Sibsî derfetên pêxistina peywendiyên di navbera Tuns û Êraqê gotebêj kirin.

Serokkomar Fuad Masûm îro şemiyê 28 / 3 / 2015`e li bajarê Şerm El-Şêx a Misrê ya ku lotkeya welatên Ereb lê li dar dikeve, serdana Serokê Tunêsê El-Sibsî kir.

Serokkomar di hevdîtina li gel El-Sibsî de şer û tekoşîna li dijî terorê linavçeyê nirxad û bal kişand ser bi qurbaniyên mezin ên Êraqî û hêzên çekdar ên Êraqê di şerê bi mebesta ji navbirina terorê de didin.

Ji aliyê xwe ve serokê Tunêsê berxwedan û xweragiriya Êraqiyan li hember terorê berz nirxand û da xuya kirin, ku welatê wî jî ji ber terorê gelek êş û azar kişandin û tekez li ser giringiya hevkarî û hevgirtina xebata hevbeş û çareserkirina sedemên rê li ber derketine terorîstan vekir, kir.

Serokkomar ji aliyekî din ve û di çarçoveya hevdîtinên xwe de li serokên û şahên welatên Ereb, îro şemiyê ligel Şahê Urdunê Şahê Ebdullah El-Sanî civiya.

Serokkomar û Şahê Ebdullah di civînê dê pêşxistin û bi hêzên peywendiyên di navbera Êraq û Urdunê gotebêj kirin, her wiha ji bo çareserkirina pirsên navçeyê û ji navbirina terorê tekez li ser hevrêziya di navbera herdu welatan de kirin.

Serokkomar Masûm ji aliyê xwe ve diyar kir ku Êraq bi giringî çav li pêşketinên dawî li navçeyê rû didin dide, bi teybet pêşketinên dawî li Yemenê û cexit li ser wê yekê kir ku divê çareserî li ser hîma diyalokê û têghîştina di navbera pêkhateyên civaka Yemenê de bin.

Şah Ebdullah jî ji aliyê xwe ve tekez li ser pêşxistina peywendiyan ligel Êraqê kir, bi teybet di ware şerê li hember terorê û da xuya kirin ku  Urdun amadeye di hemû waran de ligel Êraqê hevkar be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket