Silêmanî: Aloziya Darayî pirsgirêk ji şaredariyê re derxist

kurdistani 03:12 PM - 2015-03-28
 Silêmanî: Aloziya Darayî pirsgirêk ji şaredariyê re derxist

Silêmanî: Aloziya Darayî pirsgirêk ji şaredariyê re derxist

Li bajarê Silêmaniyê, aloziya Darayî, pirsgirêkên aloztir ji şaredariyê re derxist.

Ew rênmeyên nû yên ku ji aliyê aloziya Darayî ve hatine derxistin, pirsgirêk ji şarederiya Silêmaniyê re derxistiye û serok şaredarî jî dibêje, weko berê, ew nikarin xizmetê pêşkêşî bi welatiyan bikin.

Serokê şaredariya Silêmaniyê Yusif Yasîn di daxuyaniyeke taybet ji bo PUKmedia`yê re got; Ew biryarê ji bo aloziya darayî ku ji aliyê Encûmena Wezîran ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve derketiye, hinek saziyên ser bi şaredariya Silêmaniyê lixwe digre û bi vê awayî, weku berê, ew cih û sazî, nikarin bi başî xizmetê pêşkêşî bi xelkê Silêmaniyê bikin.

Di berdewambûna axiftina xwe de, wiha pê de çû; Di sala berê de, bi qasî 900 milyon dînar ji bo kirê tankerên avdana bax û gulîstana hatibû terxankirin ku nêzîkî 450 parkên biçûk û mezin li Silêmaniyê li xwe digre. Lê mixabin îsal, ji ber kêmkirina budceyê, êdî ew nikarin xizmet wek berê pêşkêş bikin û pirsgirêkên din jî derdikevin holê.

PUKmedia-Sefîn Ehmed-Silêmanî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket