Ciwanekî Qeladizeyî li Rojavayê Kurdistanê şehîd bû

kurdistani 01:38 PM - 2015-03-28
Şehîd Mîrza Qeladizeyî

Şehîd Mîrza Qeladizeyî

Mihemed Hesen ku bi Mîrza Qeladizeyî tê naskirin,  ew genc ji Pişdarê bû, xweşdiviya Nîştuiman we li wî kir ku ji bajarê xwe ber bi beşekî din yê nîştîman ve biçê û bi temenê  xwe yê bi çûk, bi qasî çiyayên bilind yên nîştiman, bi qehremantî û buyer û nîştimanî û heya ku tû bibêjî ew ax û sade bû. Wî berevaniya li perçeyê qutkirî ku Rojavayê Kurdistanê ye kir û ji neyar û dijminên me re got; Em bi destê we bûn bi 4 perçe, lê baş bizanin ku em her yekin.

Mîrza ew ciwanên Pişderî bû ku li Rojavayê Kurdistanê ev çiqas mehin şerê dijwar li hemberî terorîstên DAŞê  dike û qederê wî ew nivîsiye ku ew li Rojavayê Kurdistanê, di encama şerê li navçeya TilHemîsê, ew ciwanê Qeladizeyî bi mêrxwesî şehîd bibe.


Piştî gihîştina termê wî li Çarqurne û di Raniya û Sengeserê re derbas bû, ji aliyê hejmareke mezin ji welatiyên navçeyê ve hat pêşwazî kirin, her weha bi gul û nêrgizan termê wî şehîdê xweşdivî wek wefadariyek ji qehremantiya wî ciwanî, ew bi germî pêşwazî kirin û merasîmeke mezin û pir girîng li darxistin ku hemû kes û karên wî û hevsengerên wî û berpirsên hizbî û hikûmî jî tê de amade bibûn, termê wî nemirî bi axê hat spartin.

Di dawiyê de, malbata wî ciwanî şehîd, soza xwe dan ku wê bi riya şehîd Mîrza de bimeşin û li gor rêbaza wî di xebata nîştimanî de berdewam bin.

PUKmedia-Arî Mistefa-Qeladize

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket