Musil: Hêzên hevpeymanan 5 êrişên asmanî pêk anîn

kurdistani 01:36 PM - 2015-03-28
Musil: Hêzên hevpeymana navdewletî 5 êrişên asmanî pêk anîn

Musil: Hêzên hevpeymana navdewletî 5 êrişên asmanî pêk anîn

Jêderekê herêmî li parêzgeha Nînewa ragihand ku balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî duh roja înê gelek navçe li bajarê Musilê ku baregehên rêxistina terorîstî DAIŞ bûn bombarduman kirin û bi dehan terorîst hatine kuştin.

Jêderê ji PUKmedia`yê re ragihand: Balafirên şer 5 êrişên asmanî li ser baregehên rêxistina terorîstî DAIŞ encam dane li navçeya Kesk, Hey Qahîra û Hey Tehrîrê). Li gor encamên destpêkê bi dehan terorîstî hatine kuştin û birîndar kirinê.

Ji aliyekî dinê ve jêderê diyar kir ku karegeha Kanil ya çêkirina bombeyan û otombêlên bombekirî ya li navçeya Kesk ser bi Zumarê ya DAIŞ`ê hatiye teqandinê û di encama êrişa asmanî de hemû çekdarên ku di wê kargehê de kar dikirin hatine kuştin.

Hêjayî gtinê ye ku rêxistina terorîst 2 kes ku dihatin payîn efserên polîsên herêmî yê berê bûne ku yek ji wan bi pileya eqîd û yê dinê jî pileya neqîb bûye li bajaroka Sora bi fermana dadgeha şer`î ya DAIŞ hatine darvekirin.

PUKmedia/Musil

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket