Silêmanî: Pêşangehek hunerî ya hunermendekî Rojava

kurdistani 12:30 PM - 2015-03-28
Silêmanî: Pêşangehek hunerî ya hunermendekî Rojava

Silêmanî: Pêşangehek hunerî ya hunermendekî Rojava

Li hola Serdem li bajarê Silêmaniyê hunermendê kurd xelkê bajarê Amudê ya Rojavayê Kurdistanê (Elî Murad) pêşangehek hunerî ya karên xwe yê şexsî pêşanda birêve çû.

Hunermend Elî Murad ji malpera PUKmedia`yê re ragihand ku: Ew di karên xwe yê hunerî de xemên xelkê û xemên xwe têde didim nîşan dan û û rastiyan ji gelek aliyan ve di karê xwe ya nîgarkêşiyê de didim nîşan dan, ku têde him kêfxweşî û hem jî xembariyê di nava xwe de dihewîne lê bi wêneyekî mijûkî ku ev jî rewşa civakê û rewşa giştiye.

Hunermend Elî Murad diyar kir ku pêştir gelek pêşangehên şexsî lidar xistine çi li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û Beyrutê û li bajarê Silêmaniyê jî eve duyem pêşangeha xwe ya şexsî ku lidar dixe piştî sala 2006`an de.

Hêjayî gotinê ye ku hunermend Elî Murad jidayîkbûyê bajarê Amudê ya Rojavayê Kurdistanê ye û derçûyê peymangeha hunerî ya Helebê ye û endamê hunermendên Sûriye û di heman demê de jî endamê yekîtiya nîgarkêşêm Sûrî ye.

PUKmedia/Xalid Necar

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket