Heseke: Berpirsekî mezin yê DAIŞê hat kuştin

kurdistani 12:04 PM - 2015-03-28
Heseke: Berpirsekî mezin yê DAIŞê hat kuştin

Heseke: Berpirsekî mezin yê DAIŞê hat kuştin

Berpisekî bilind yê DAIŞê li başûrê bajarê Hesekê ji aliyê firokeyên hevpeymana ve hat kuştin.

Li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama bombebarankirina firokeyên Navnetewî li dijî bingeh û wargehên DAIŞê, berpirsekî mezin bi navê Ebo Haris Çîçanî ku yekek ji diyartirîn serkirdeyên DAIŞê ye hat kuştin.

Li gorî kenala ElMiyamînê ku duhî roja Înê 27-3-2015 ku firokeyên cengî yên hêzên ezmanî yên hevpeymanên navnetewî, gundên li başûr û başûrê rojavayê bajarê Hesekê kirin ber bombebarankirinê û di encamê de, berpirsekî mezin yê terorîstên DAIŞê ku bi navê Ebu Haris ÇîÇanî ye digel hejmafreke ji terorîstên din hatin kuştin.
 

Wê kenalê aşkire kir ku  ji bilî kuştina serkirdeyê navdarê yê Şîşanî, serkirdeyekî din jî bi regez Tunisî hebu ye. Li gor hatiye zanîn ku hejmara terosîtên kuştî û birîndar gelek mezin e.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket