Erdogan: Bira wek IRA`yê çekên di destê xwe da çal bikin

kurdistani 11:26 AM - 2015-03-28
 Erdogan: Bira wek IRA`yê çekên di destê xwe da çal bikin

Erdogan: Bira wek IRA`yê çekên di destê xwe da çal bikin

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku heke di mijara pêvajoya çareseriyê da ku semîmî ne bira wek IRAyê çekên di destê xwe da çal bikin."

 Erdogan  li Karabukê beşdarî merasima vekirina komî bû û libarê pêvajoya çareseriyê de axivî û got: "Ez li aliyê pêvajoya çareseriyê me, piştgiriyê didimê û ya herî girîng jî ew e ku ez di nav vî karî da me. Mimkun nîne ku ez li dûrî vê bisekinim. "

Di beşek din ya axaftina xwe de derbarê çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê jî Erdogan got: "Niha jî dibêjim ew kesên ku di destê wan da çek hene heke di mijara pêvajoya çareseriyê da ku semîmî ne bira wek IRAyê çekên di destê xwe da çal bikin."

Serokomarê Tirkiyê der barê rexneyên ku dibêjin çima serokomar midaxeleyî pêvajoyê dike da wiha pê da çû: "Di hemû polîtîkayên ku tên kirin da wekî Serokwezîr keda min a 12 salan heye. Madem ez jî niha Serokomar im, ji bo min wezîfeyeke ku min ev qasî kêfxweş bike û girîng tune. Dema ku ez di vê de kêmasiyekê an jî nebaşiyekê bibînim ez ê hevalên xwe hişyar bikim. Ev jî heqê min e û wezîfeya min e."

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket