Şengal: Terorîstên DAIŞ ji çend qolan ve êriş kirin

kurdistani 10:28 AM - 2015-03-28
Şengal: Terorîstên DAIŞ ji çend qolan ve êriş kirin

Şengal: Terorîstên DAIŞ ji çend qolan ve êriş kirin

Berya niha bi kêlîkekê, çend êrişeke terorîstên DAIŞ li nav navenda bajarê Şengalê hatin şikandinê.

Jêderekê pêbawer li hêzên pêşmerge li Şengalê ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro danê sibehê 28/3/2015 terorîstên DAIŞ ji çend qolan ve êrişî çeperên hêzên Kurdî ên li nîva navenda bajarê Şengalê kirin lê belê ji aliyê hêzên pêşmerge û gerîla û HPG û HBŞ bi tundî bersiva êrişan dan û terorîst hatin têkşikandinê.

Wê jêderê got jî: Di wê êrişê de hêzên Kurdî bi çekên sivik û giran bersîva terorîstan dane.

Jêderê da zanîn ku ji ber ku berya kêlîkê ev şer bi dawî bûye hêşta encama wî şerî nayên zanînê.

PUKmedia/Hozan Fatih

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket