Şervanan, rojava ji DAIŞ re kirin dûjeh

kurdistani 09:37 AM - 2015-03-28
Şervana rojava ji DAIŞ re kirin dûjeh

Şervana rojava ji DAIŞ re kirin dûjeh

Şervanên YPG/YPJ li mihwerê Çelebiyê û kargeha Xirab Eşq li Kobanê zêdetir li 25 terorîstên DAIŞ kuştin û dest danîn ser hejmarek cebilxane û li til Temirê jî derbeyên giran li terorîstan dan.

Jêderekê serbazî ji hêzên YPG ji PUKmedia`yê re ragihand: Şeva borî 27-28/3/2015 di êrişên şervanên YPG/YPJ û bombardumana balafirên şer ên hevpeymanan bo ser baregehên DAIŞ li gundên Çelebiyê û kargeha Xirab Eşq a ser bi kantona Kobanê zêdetir li 25 terorîstên DAIŞ hatine kuştin.

Wê jêderê got jî: Laşê hejmarek ji terorîstan bi cî mane û hejmarek zor ji çek û teqemeniyan jî ketiye destê şervanan.

Ji aliyekî dinê ve navenda ragihandina YPG di belavoka xwe de ragihandiye ku di 24 demjimêrê borî de 24 terorîstên DAIŞ li kantona Cezîr û Kobanê hatine kuştinê.

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket