Şevek reş û dîrokî!... Kakşar OREMAR

kurdistani 03:18 PM - 2015-03-27
Kakşar OREMAR

Kakşar OREMAR

Di jiyana mirovên xwedî armanc de dem û sat pir pîroz in. Ew ji her kêliyekê sûdê distînin ku karekî baş bikin û pêngavekê hilînin ku ji xizmeta gel re be. Dizanin ku di dîroka Kurdistanê de me kesên wiha gelek hene. Di şevek ji şevên bihara 1947’an de sê lîderên kurd li Mahabadê hatin îdam kirin. Ew şev mîna zulim û gemariya desthilatdariya Mihemed Riza Pehlewî reş û tarî bû, lê ji doza kurdan re bû ronahiya rojeke nû. Ji wê şevê û şînda paceyek nû vebû û kurdan bêtir pirsgirêka xwe ya dîrokî nas kirin. Roj 31’ê Adara 1947’an, cih qada Çar Çira li Mahabadê ye. Li pêy têlchûna komara Azerbaycan û Kurdistan rejîma Pehlewî dest bi girtin û îdama azadîxwazên kurd û azerî kiriye. Pêşewa Qazî dema dibîne ku rêberên dewleta milî a Azerbaycanê meydan vala kirin û ber bi Soveyetê reviyan û ev jî bû sedema tevkujiyê li Tebrîz û bajarên din yên Azerbayîcanê, ji Mahabadê dernakeve. Bi sonda ku di roja îlankirna komarê da xwaribû, wefadar dibîme û gel bi tenê nahêle ku di nava devê gorên har de bimîne. Di dîroka siyasî- civakiya hemû netewên cîhanê de serok û rêber di hemû waran de him dikarin rolên baş û pozîtîv û him jî rolên neqenc an jî nigatîv bilîzin.

Di vî warî de bi taybetî xebat û helwesta siyasî ji aliyê serokê şoreşekê ve di deravên teng û tejî asteng de dikare serxwebûna netewek garantî bike û dengê doza wan bigehîne hemû cîhanê. Ger fîdakarî û dûrbîniyên Mahatma Gandî nebûna yê gelek salên dûr û dirêj gelê Hindistanê di bin mêtingeriya inglîzan de jiyanek bêqeder û tejî sivkatî derbas bikira. Wî heya dawiyê awayê jiyanek bêgirêdan bi hêzên dagirker û biyanî re, bi serbilindî ji xwe re hilbijart û tucarî xwe ji gelê xwe yê hejar dûr nexist. Mahatma Gandî bi gel re jiya û di nava wan de jî şehîd bû. Ji bo wê jî bîr û ramanên Mahatma Gandî hê jî mîna ayetên Qûranê di nava hizr û xwîna hemû netewên azadîxwaz de, xwedî rûmeteke bilindin.

Gandî ji nifşên piştî xwe re jî bû rêberekî nimune û cîhana azadîxwazan tucarî nikare wî ji bîr bike. Bêtir ji hemû rojnameyan, rojnama “Kurdistan” ku ji serdema komara Kurdistan heya roja îro mîna organ an jî belavkera ramanên Hizbî Demokratî Kurdistan, hatiye weşandin û hê jî ji aliyê vê bizava Kurdistanî ve tê belavkirin, ramanên Pêşewa yên azadîxwaziyê dane xuyakirin. Di etmosfêrê coxrafiyek biçûk da ku dewletek demokratîk hatibû damezrandin, fikir û hizrên azadîxwaziyê dilê mêtîgeran yê tirsinok û lerzok dilerzand. Sedem jî ew bû ku ramanên azadîperestiyê li dijî berjewendiyên wan kedxwaran bûn ku ji gelên bêmaf û hejar re tu rûmet nedigirtin. Ji bîr neken ku ramanên wiha paqij û bihagiran di Kurdistana 70 sal berî niha de text û payê şahên xulamok lerizandin. Şahên ku bi hevkariya hêzên biyanî ji pîleya serleşkeriyê di şevekê de, rêya sed salan pîvan û bûn şahenşahên xwedî tac û text! Pêşewa û daxwazên wî Di telegrafekê de ku rojnama Kurdistan hejmara 85 li Septambra 1946’an de weşandiye, Pêşewa Qazî Mihemed ji serokên partiyên azadîxwaz li Îranê wiha daxwaza hevgirtinê dike: “ Tehran Birêz Qewam(el Seltene) serokê Hizba Dêmokrata Îranê, birêz Dr. Kişawerz serokê Hizba Todeya Îranê, birêz Salih serokê Hizba Îran, Tebrêz Birêz Pîşewerî serokê Firqa Dêmokrata Azerbayicanê, Tehran Birêz Padgan berdevkê bilindê Firqeya Dêmokrata Azerbaycan: Birêz û hurmet ve Hizba Dêmokrata Kurdistanê amadebûna xwe ji bo hevgirtinê di gel partiyên azadîxwaz(Dêmokrata Îran, Todeya Îran, Dêmokrata Azerbayican, Hizba Îranê) radigehîne û ez vê hevgirtinê bi sedema bextewerî û mezinbûna miletê Îranê dizanim û ji bo wê jî birêz Sedrî Qazî ji aliyê Hizba Dêmokrata Kurdistanê ve ji bo gotûbêjên pêwîst û îmzakirina îtilafname(nameya hevgirtinê) mîna nunerê xwe didim nasandin.

Serokê Hizbî Dêmokratî Kurdistan Mihemed Qazî.” Ev têlgrafa kurt, bi naveroka xwe ya tejî evîna biratiya ji bo hemû gelên Îranê, ji me re dide xuyakirin ku serokê kurd Qazî Mihemed ne tenê ji bo gelê kurd, belkî ji bo hemû netewên di nava sînorên Îranê de, di bin siya hevgirtinek bihêz da, dawa mafê wekhevî û bexteweriyê dike. Li gorî ramanên wî tenê yekitiye ku dikare eniyeke bihêz li hemberî hêzên mêtînger pêkbîne. Gelo mirov dikare bipirse: Ger tenê Cefer Pîşewerî bi daxwazeke paqij bersiva vê xwesteka dîrokî ya Pêşewa bida, yê dîsan jî qedera her du komarên Kurdistan û Azerbayicanê wiha bi dawî bibûya? Rojnameya “Rehber” û Pêşewa Qazî Dema ku Pêşewa Qazî Mihemed ji bo hevdîtinan bi dewleta navendiya Îranê re diçe Tehranê, Qorêyşî rojnamevanekî rojnama bi navê “Rehber” diçe dîtina wî û wiha dinivîse: “Cenabê Qazî Mihemed qutik û şelwarekî sade di ber da bû û gelek şermok, bi wîqar û bi bohet dihat dîtin, çend kesên xwedî nav û gir-girên kurd ku di wê rûniştinê da amadebûn, hurmeteke pir zêde ji serokê Hizbî Dêmokratî Kurdistan re digirtin. Cenabê Qazî piştî ku ji daxwaza me ya ji bo hevpeyvînê ji aliyê Rehber ve agehdar bûn, pir bi razîbûn û daxwaza dilê xwe amadebûn ku bersiva pirsyarên me bidin.

Bersivên wî kurt û kin, vekirî û ji rûyê îman (bawerî) û hemû hêza dilê wî ve bûn. Pirs: Herêm û sînorê niha yê xebata Hizbî Dêmokratî Kurdistan heya ku diçe? Qazî: Herêma di jêr desthilatdariya partiyekê de ku di nava civakeke gelek zêde û berfireh da belav bûye, zehmete bê xuyanîkirin. Lê xebata me rasterast kurdên derdora Mako, Apoor, Xoy, Rizayiye (Urimiye), Ino, Sindus, Seqiz û Serdeştê digire nava xwe ku nêzî heftsed-heştsed hizar kesin û HDK şehrezayî û rêbertiyê jêre dike. Pirs: Hinek behsa pêşî (sabiqe) û dîroka doza xwe bikin. Qazî: Hizbî Dêmokrtî Kurdistan destpêka xwe ji zulm û nerazîbûna berê û kevin ve ye, herçend pêşîna(sabiqa) wê pire, lê ji neh mehan û pêve dest bi kar û xebata piratîkê kiriye (Komîta Hizbê li Mahabadê ye). Destpêkirina çalakiyên partiya me, anîna reaksyona zêdeye bo ser dewletên paşverû ku berî dewleta niha li ser kar bûn û dixwestin bi hemû hêzên alîgirên azadî û serxwebûna Îranê re dijayetiyê bikin. Pirs: Çi kar û xebat heya niha li wê herêm û cihê we hatine kirin? Qazî: Karekî herî mezin ku bizava me li herêma di bin desthilatdariya xwe de kiriye, çêkirina ruhek bi semîmyet û yekîtiyek bênimune ye di navbera çend sedhizar kes birayên we yên Îranî da. Asayîş û aramiya ku di wê herêmê da heye, qet nebûye û gelê me ji aliyê xwe ve di çêkirin û destveanînek bi şeref da, di parastiana heysiyeta miletê Îranê de gelek şakar kirine. Di gel ew çax û dema kurt û kêm da û nebûna amrazên çêkirina rêyan, damezirandina xwîndingehan, damezrandina weşanxane û belavkirina rojname û kovar û terbiyetkirina siyasî û leşkirî, civatek pir ji kurdên welatiyên we, ber bi pêşkeftinê ve meşiyane. Pirs: Haya te ji kurdên Başûr ku rasterast di bin desthilatdariya we ya meinewî de nîne, heye?

Qazî: Li wan deveran pêşiya hemû cure pêşkeftinên demokratîk hatiye girtin lê em dizanîn li hemû ciyekî hemû kurdên ku zor û zilm li wan tê kirin û her wiha hemû evîndarên azadiyê, alîgirên bizav û şoreşa me ya pêşverû ne. Pirs: Rewşa niha ya kurdên cîhanê ji me re şirove bike. Qazî: Ji xeynî kurdên rûniştivan li Îranê, nêzî du milyon û niv li Tirkiyeyê (Bakurê Kurdistanê) dijîn. Ji şêweya bizav û reftara niha ya dewleta Tirkiyeyê nisbet bi kurdên rûniştî li wira, agahiyeke min tuneye, lê beriya vê wan ew (kurd) dikuştin û ji wan re azar û nerihetî çêdikirin. Û ev jî ku dewleta Tirkiya îdia dike ku “pirsgirêka kurdî li wî welatî da çareser kiriye” ji aliyê min ve nayê pejirandin (ez qebûl nakim). Naxwe ku li ba me wa be ku ew çareserkirine bi awayê bikaranîna zexteke giran û di sekinandina xweziyên wan yên netewî da çêbibe… Ji xeynî wê jî nêzî milyonek û du sed hezar kurdên din jî li Iraqê dijîn. Kiryar û bizava dewleta Îraqê jî di gel wan de, ji reva bi komel ya kurdên Iraqê ber bi herêm û navçeyên di bin desthilatdariya bizava me ya dêmokratîk da, aşkera dibe û derdikeve. Lê divê bêjim ku dewleta Firansayê di gel heftsed hizar kurdên ku li Sûriyeyê dijîn, baş bûye. Pirs: Çi pêywendiyek meinewî di navbera bizava Kurdistan û Azerbayicanê de heye? Qazî: Em her du alî ji bo armancekê ku azadî û serxwebûna rastîn a Îranê ye, dixebitîn. Pirs: Dibe me ji hevdîtinên Tehran û ji naveroka wan ya giştî agahdar bikî? Qazî: Min çend rûniştin bi rêzdar Muzefer Fîroz berdevkê siyasî yê birêz Qewam el Seltene (serokwezîr) û birêz serleşker Rezimara re û du car bi cenabê serokwezîr re min hevdîtin çêkiriye. Min dîtina birêz serokwezîr gelek bi başî û niyetek paqij dîtiye. Mixabin astengiya ku gotûbêja me paş xist, nexweşiya cenbê Qewam el Seltene bû, ji Xwedê daxwazkarim ku zûtir çê bibe heta ku hevdîtin bi xêr û xweşî û li ser qazancê azadiyê bi dawî bên. Pirs: Aya di vê navê de çawaniya helwest û reftara paşverûyan nayê ber çav û pêwîstî bi şiyarbûnê tuneye? Qazî: Dema ku îradeya gel û dewletekê di karekî durist û baş de bikeve ser rê, tu tiştek nikare pêşyê jê bigire. Ez paşerojek gelek baş pêşbînî dikim û hîvîdarim dewleta navendî bikare dêmokrasiyê di nava hemû Îranê de, belav bike.

Pirs: Xebata demokratîka Kurdistanê heya çi pîvanekê hevkariya demokrasiyê ji bo paşeroja Îranê dide? Qazî: Doza me ji azadîxwazên Tehranê ve îlhama xwe bi dest xist. Helbestvanekî me yê milî û bi nav û deng heye bi navê Hejar ku qesîdeyeke wî jî di rojnameya Rehber da hatibû weşandin. Di vê qesîdê da wî gotiye “Ême be şimşîr(şemşîr) ewan be qelem”(3), ez vê axiftinê wiha beyan dikim ku pênûsê we li Tehranê karê sed şûrên(şemşîrên) me di herêma me de kir. Neteweya me bi piranî bi dil di gel şoreşa azadîxwaza Îranê de ye. Rojnameyên azadîxwaz li Tehranê bi şaşî dixwînin û tif û leinetan li rojnameya paşverû û kevneperest diken. Pêşewa Qazî weke ku ji hevpeyvîna wî ya bi rojnama Rehber re tê xuyakirin, mirovekî bi cesaret û netirs bûye. Li Tehranê bi hebûna hemû metirsiyan, dîtinên xwe dide xuyakirin û hertim jî alîgirê pêkhatineke bêşer û xwîn rijandinê ye. Haya wî ji rewşa siyasiya herêma wî, Îran û cihanê heye. Ew baş dizane ku dagirkerên welatê wî tev paşverû û desthilatdarên bêmenitiqin ku karê herî hêsan ji wan re kuştin, talankirin û wêrankirina Kurdistanê ye.

Ji bo wê jî pir bi pîvanên siyasî diaxive. Bi xwebawerî, riha bilinda berxwedanê û dîroka serhildanên Kurdistanê di axftinên pêşewa da balkêşin ku dost û dijmin di nivîs û bîranînên xwe de li ser dinivîsin û diaxovin. Hem di çaxê serokomariyê da, hem berî wê û him jî di çaxê mehkeme kirinê da, Qazî Mihemed li gorî gotina dost û dijiminan mirovekî aram, zana, siyasetmedar û ji hemû tiştekî girîngtir mirovekî netirs û pir bi cesaret bû ku tu caran nehiştiye dagirkerên welatê wî, neteweya kurd tehqîr bikin an jî di girantirîn mercên mehkemekirinê de di rêya wî de sivkatiyê bi gelê kurd bikin. Li ser van taybetmendiyên wî yên girîng dayika kurd mîna Qazî gelek xalên girîng bi bîra me tîne ku di hevpeyvîna min ya dirêj pêre, hatine weşandin. Dûrbîniyên Qazî Mihemed li ser serkeftina aştiyê li hemberî şerê gemar îro li bakurê Kurdistanê û di ramanên birêveberên hereketa azadiyê de xuya ne. Kurd tim aştîxwaz û dijberên şer bûne.

PUKmedia/Azadiya Welat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket