Salar Mehmud: Cinêv dê biryarek girîng li ser tawanên Şengal û Kobanê bide

kurdistani 01:39 PM - 2015-03-27
Salar Mehmud: Cinêv dê biryarek girîng li ser tawanên Şengal û Kobanê bide

Salar Mehmud: Cinêv dê biryarek girîng li ser tawanên Şengal û Kobanê bide

Şanda parlemana kurdistanê beşdarî di civîna encûmena giştî ya mafên mirov li bajarê Cinêvê ya Siwîsreayê kir û çendîn belge û dokomêntên giring li ser jenosîda Şengalê û tawanên DAIŞ derheq bi axa û xelkê Kurdistanê pêşkêş kirine.

Derbarê vê yekê de, serokê lijneya komeleya sivîl li parlemana Kurdistanê Salar Mehmud ku beşdare di civînê de îro 27/3/2015 ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro piştî rizamendiya parlemana Kurdistanê û li ser vexwendinameya navenda aştî û navenda Eman bo mafê mirovav ên li bajarê Civênê, me weku şandeke parlemana Kurdistanê beşdarî di rûniştina encûmena giştiya mafê mirov kir û her weha me serdana komisyona bilind a mafê mirovan jî kir.

Salar Mehmud got jî: Îro 27/3/2015 proje biryarek tê amade kirin daku lêkolînê li ser tawanên rêxistina terorîstî ya DAIŞ`ê ku li Êraqê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî encam dane bête kirinê.

Sala Mehmud diyar kir ku heman li gel şanda parlemanê, çalakvanê biwarê mafê mirov û civaka sivîl li ser hemû pirsên li ser pêwendiya ku di navbera komisyona bilind a mafê mirov û parlemana Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl de heye em ronak kirin. 

Li dawiya axaftina xwe de Salar Mehmud da zanîn ku: Hevdem tevaya belge û documentên Parlemana Kurdistan`ê derbarê tawanên ne mirovane yên Rêxistina terorîst ya DAIŞ`ê li dijî xelkê Şengal û Kobanê pêşkêşî wê civatê kiriye daku ew encumen wan tawanan weku jînosîd nas bike.

PUKmedia/Zanyar Mecîd

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket