Esed: Ez ji bo diyaloga bi Emerîka re vekirî me

kurdistani 11:20 AM - 2015-03-27
Esed:  Ez ji bo diyaloga bi Emerîka re vekirî me

Esed: Ez ji bo diyaloga bi Emerîka re vekirî me

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihandiye ku ew ji bo diyalogê bi Emerîka re vekiriye lê bibê fîşarên ku girêdayî bi serweriya welatê wî be.

Di hevdîtina li gel kanala CBS a Emerîkî de ku duh pêncşemê beşekî wê hatiye belav kirin têde ragihandiye ku Beşar Esed gotiye: Ez ji bo diyaloga bi Emerîka re vekirîme lê nabê Emerîka fişarê bixe ser serweriya welêt.

Libarê daxuyaniya wezîrê derve yê Emerîka John kerî ku têde gotibû ew neçarin bi Esed re bikevin goftûgoyê, serokê Sûriyê got: Weku destpêk diyalog tiştekî erenî ye û ew ji diyalogê re amade ne heta bi Emerîka re bi mercê rêzgirtina du alî be.

Esed teqez kir ku tu pêwendiyên rasterast di navbera Şam û Waşintonê de tune ye û got: Diyalog tiştekî pozetîfe lê divê bi bê fişarên girêdayî serweriya Sûriyê be.

Pêştir Waşintonê ragihandibû ku karê wan ê serekî li Sûriyê şerê tundrewên rêxistina dewleta îslamî ye ku beşekî mezin ji axa Sûriyê û Êraqê xistine jêr kontrola xwe de.

PUKmedia/Reuters

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket