Êraq li dijî êrişên leşkerî li ser Yemenê ye

kurdistani 10:47 AM - 2015-03-27
Êraq li dijî êrişên leşkerî li ser Yemenê ye

Êraq li dijî êrişên leşkerî li ser Yemenê ye

Bi serokatiya serokomar Fuad Masum şanda Êraqê beşdarî di 26`mîn lûtkeya erebî de ku wê sibe şemiyê 28/3/2015 li bajarê Şirm Şêx li Misrê lidar keve dike û wê 2 rojan bi beşdariya serok û padişhaên ereban û nûneran wan bidome.

Naveroka civînê wê li ser çend babetên giring weku (doza Filistînê, qeyrana sûriyê, pêşveçûnên metirsîdar li Yemen û Lîbya û pêşniyara avakirina hêzek hevbeş ya erebî) be.

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Êraqê Îbrahîm Ceferî helwesta Êraqê a piştgîriya doza Filistîniyan dike nîşan da, her weha libarê helwesta Êraqê ji bo qeyrana li Sûriyê jî teqez li ser giringiya alîkarîkirina civaka navdewletî bo dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê û şermezar kirina kiryarên terorîstî ên rêxistina DAIŞ û Bereya Nusra ên terorîst kir.

Derbarê rewşa Yemenê de jî Îbrahîm Ceferî nîgeraniya Êraqê ji pêşveçûnên metirsîdar li Yemenê nîşan da ku wê pirsgirêkan zêdetir kûrtir bike û rê li pêşiya çareseriyên siyasî bigre . her weha Ceferî daxwaz kir ku divê rewşa Yemenê bi rêya diyaloga di navbera hemû aliyan de bête çareserkirinê û hemû alî bighêjin rêkeftinekê bo jiyana hevbeş û hemû alî jî di avakirina saziyên dewlet yê rewa û desturî de cî bigirin.

Wezîrê derve yê Êraqê li barê pêşniyara taybet bo avakirina hêzeke erebî ya hevbeş jî ragihand ku weku destpêkek tiştekî erênî ye.

PUKmedia/Îbrahîm Mihemed Şerîf- Şerm Şêx

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket