Alîkarê balafirvan bi zanebûn balafira Alman xist xarê
kurdistani 07:23 PM - 2015-03-26Alîkarê balafirvan bi zanebûn balafira Alman xist xarê
Nûnerê dozgeriya bajarê Marsîlya ya Firansa îro pêncşemê ragihand ku alîkarê balafivanê balafira rêwiyan a kompanya Germiyanwêngir bi zanebûn balafir li çiyayên Alp a Firansa xiste xarê.
Serdozger Birayîs Robîn ragihand ku li gorî zanyariyên bi riya sindoqa reş bi destketine, hate diyar kirin ku dema balafir karî xar bi tenê alîkarê balafirvan di navbira birêvebirina balafirê de bû û wî di demekê de ku balafirvan ji derveyî navbirê birêvebirina balafirê de mabû, bi zanebûn balafir anî xarê.
Robîn da xuya kirin ku li gorî tmarên sindoqa reş, navbira birêvebirina balafirê bê deng bû û bi tenê dengê lêdana derjî ji aliyê balafirvanê ji derveyî navbirê mayî dihat.
Ji aliyekî din ve jêderê ragihand ku balafirvan gelekî hewlda vegerê navbira birêvebirina balafirê lê ti encam negirt.
Her wiha navê alîkarê balafirvan hate eşkere kirin û hate ragihandin ku ew Almane û bi navê Endiryas Lobîtêz e, 28 salî ye û ta dema balafir ketî xar li ser hişê xwe bû.
Ji aliyekî din ve wezîrê gihandin û veguhestinê yê Alamanya tekez li ser wê yekê kir ku sînaryoya ku balafir ji aliyê alîkarê balafirvan hatî xistin ya herî nêzî rastiyê ye.
Balafira Alman roja sêşemê dema ji bajarê Barşelona berve bajarê Desseldorf a Almanya ve diçû li Firansa kete xar û di encama ketina balafirê de, jê 144 rêwî 150 kesî jiyana xwe dest dan.
PUKmedia / Ajans
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19