Tehran: Agirê şerê Yemenê dê li Siûdiyê vegere

kurdistani 12:37 PM - 2015-03-26
Tehran: Agirê şerê Yemenê dê li Siûdiyê vegere

Tehran: Agirê şerê Yemenê dê li Siûdiyê vegere

Serokê lijneya ewlekariya netewî li encûmena şûra Eladîn Birûcirdî ragihand ku agirê şerê li ser Yemenê ewê li Siûdiyê vegere û banga rawestandina operasyonên leşkerî li wî welatî kir.

Her weha Birûcirdî êrişa Siûdiyê li ser Yemenê şermezar kir û teqez kir ku pêxistina agir wê encamên metirsîdar li dûv xwe bihêle û ji ber hesasiyetên li navçeyê cîhana îslamî wê rastî qeyraneka mezin were.

Serokê lijneya ewlekariya netewî li encûmena şûra ya Êranê cext li wê yekê kir û got. Agirêî vî şerî wê li Siûdiyê vegere ji ber ku şer li noqteyeke tenê bi sînor de namîne.

Birûcirdî bang kir ku divê bilez ev operasyon bê rawestandin û pirsgirêka Yemenê bi rêyên siyasî bête çareser kirinê.

Birûcirdî, rola Emerîka jî di wê êrişê de tometbar kir û got: Operasyona Siûdiyê û welatên Kendavê bi ronahiya kesk a Emerîkayê  hatiye encam danê.

PUKmedia/Ajansa nûçeyan a Fars

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket