Mela Bextiyar: Gefan li tu kesî qebûl nakin

kurdistani 11:31 AM - 2015-03-26
Mela Bextiyar: Gefan li tu kesî qebûl nakin

Mela Bextiyar: Gefan li tu kesî qebûl nakin

Îro 26/3/2015 bi amadebûna hejmarek zor li berpirsên hizbî û hikûmî, nivîskar û rewşnbîran, platforma damezrandina rêxistina jêqutbûn berve rewşebîriyekî hevçerx li Silêmaniyê birêve çû.

Di platformê de berpirsê desteya kargêrî ya polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar gotarek pêşkêş kir û têde ronahî xiste ser giringiya biwarê rewşenbîrî û demokrasî , her weha giringiya damezrandina wê rêxistinê kir.

Mela Bextiyar got. Desthilata me heye, em şehîdan didin lê belê kevneperest di gotarên xwe de jehrê bi gêncên me didin xwarinê.

Di beşek din ya axaftina xwe de Mela Bextiyar got: Li Ewrupa têkder azad nîne, Faşî azad nîne, gelo ew yek raste ku li Ewrupayê kesê azad nebin li ba me azad bin. Eger em bixwazin qedrê azadiyê bigrin divê em noqteya lawaz a kevneperestan bigrin.

Merla Bextiyar diyar kir û got: Ji niha û pêve emê milmilanê li gel wan kesan bikin ku bîreweriyên kevneperest tînin holê û li pêşiya azadiyê asatengin. Ey kesên selefî dijûnan nedin çûnkî em ji we qebûl nakin û em gefxwarinê qebûl nakin û ji bo goftûgo û diyalogê derî vekiriye lê belê deriyê tirsînokiyê daxistiye.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket