Perspektîfa jiyana nû ... Selma Irmak

kurdistani 11:35 AM - 2015-03-23
Selma Irmak

Selma Irmak

Dema ku em li dîroka Tirkiyeyê binêrin ev xala girîng tê pêşiya me; ev xal di esasê xwe de qirkirina gel û çanda gelan e. Dema ku ev dewlet ji hêla elît, leşker û burokratan ve hat sazkirin, li ser bîrdoziya tirkîtiyê hat avakirin. Gelên ku bi hezar salan li Anatolyayê jiyabûn; bi vê bîrdoziyê hatin înkarkirin, qirkirin û pişaftin. Dewlet û elîtên wî xeynî tirkan nehiştin tu gelên din bi jiyana azad li ser vê xakê bijîn. Partiyên siyasî, komên sivîl, qanûn, makeqanûn li ser tunebûna gelan hatin avakirin. Îro jî ev pergal hîn didome. Lê hinek nuansên biçûk hatine guhertin. Îro nema dikarin bibêjin ku ev gel tunene. Lê mafên wan nadin wan. Ya bi rastî ji destên wan bê wê dîrokê paşve bizîvirînin lê ew dem derbas bû. Îro hilbijartinek dîrokî li peşiya me ye; ev hilbijartin ji yên borî girîngtir e. Di vê hilbijartinê de HDP wê benda faşîzmê ya %10’an bi gelên demokratîk re hilweşîne. Partiyên siyasî yên Tirkiyeyê AKP, CHP, MHP û hwd. siyaseta xwe li gorî pergala dewletê pêk anîne. Ev pergal bi salan bi helwestek antîdemokratîk hatiye meşandin; têkoşîna demokrasiyê, dengên gelan ku mafên xwe parastine, mafên jinan hwd. tu carî guhdar nekiriye û nedîtiye. Ev pergal bi salan bersiva xwe bi awayakî tund, kuştin, windakirin, înkarkirinê daye. Partiyên pergalê, siyaseta xwe li ser vê esasê ava kirine.

Çimkî sedema hebûna wan ev e. Tevgera Kurd di serî de li dijî vê pergala dewletê têkoşînê dimeşîne û nêrînên nûnerên dewletê napejirîne. Têkoşîna kurdan, hem bîrûbaweriya dewletê hem jî ya gelê tirk û gelê li Tirkiyeyê dijîn guherand. Ev guherandin bi zor û zehmetî hatiye asteke girîng. Îro ev asta girîng ku em ê berhemên wê bi hevdûdin û encama hilbijartina 7’ê Hezîranê bi hev re girêdayî ye. Di encama hilbijartina serokomariye de rastiyek derket pêşiya me; ev rastî jî di bin sîwana HDP’ê de gelên Tirkiyeyê hêviyên azad ên ‘Jiyana Nû’ dîtin û şitil di dilê wan de hat çandin. Ji ber vê yekê HDP û siyaseta wê li her deverê tê nîqaşkirin û bîrûbaweriyê diguherîne. Gelek nivîskar û akademîsyen bi aşkera dibejin ku ew ê dengê xwe bidin HDP’ê. HDP’ê, bîrdozî, hebûn û siyaseta xwe li ser gelan û mafên wan ên xwezayî ava kiriye. Meriv dikare bibêje ku HDP, gel û mafên wan wekî ‘Bûka Baranê’ dibîne û rengê wan bi tevahî temsîl dike û siyaseta xwe li ser vê esasê bi bingeh kiriye. Reng û cudabûna gelan înkar nake, ew xwe çawa dibîne wan wisa dipejirîne. Di vê siyasetê de ermenî, kurd, tirk, ereb, laz, çerkez û hwd. gel hemû cih digirin.

Bi rastî jî gotina ‘Jiyana Nû’ ya HDP’ê esasa xwe ya bingehî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye. Felsefe û nêrînên wî yên ku li ser Tirkiye û Rojhilata Navîn hêdî hêdî tên cih. Ew pergala ku dixwaze ava bike; bi rastî jî çareserkirina pirsgirêkên herêmê tevahî ne. Îro li vê heremê jiyan û pergal di serî de her tişt xetimiye. Ev kaosa Rojhilata Navîn an wê berdewam bike yan jî li gorî fikir û ramanên wî wê jiyan û pergalek nû ava bibe. Îro li rojavayê Kurdistanê li gorî vê felsefeyê pergaleke nû ava dibe. Di vê pergalê de rastiyên gelan tên ziman. Her gel û ol li gorî reng û teşeyê xwe li vê pergala kantonan cih digire. Ev ji bo Rojhilata Navîn cara yekemîn e. Ji ber wê pergala Rojava pir girîng e. Divê ku her kes lê xwedî derkeve. Da ku her gel bi reng û xemla xwe li vê xaka qedîm bijî.

PUKmedia/Azadiya Welat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket