Nivîskara Kurd Duriya Ewnî bi xak hate spartin

kurdistani 11:44 AM - 2015-03-17
Nivîskara Kurd Duriya Ewnî bi xak hate spartin

Nivîskara Kurd Duriya Ewnî bi xak hate spartin

Malbatên Kurd û malbata nivîskara Misrê ya Kurd  Duriya Ewnî li Misrê bi xak spartin.

Nivîskara Mirsê ya Kurd Duriya Ewnî ya ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da roja duşemê li goristana El-Wehat a ser bi bajarê 6 Oktober ve ye bi amadebûna birê wê endizyar Isam Ewnî û kesûkarên wê bi tev hejmarek ji malbatên Kurd bi xak hate spastin.

Jina nivîskar Durya Ewnî li Misrê jineke çalak û xebatkareke siyasî û ragihandinê bû, her wiha xwedî rêgeza Firansî jî bû, Duriya Ewnî di temena xwe ya 81 saliyê de piştî sê sal ji xweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Rê û resma bi xak spartina nivîskara jin Duriya Ewnî li mizgefta Medîne El-Munewera bajarê Qahîra birêve çû, nimêj li ser hate kirin û ku gotistina El-Wahat a ser bi bajarê 6 Oktober ve li Qahîra hate veşartin.

Her wiha nûnerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Qahîra Mela Yasîn Reûf jî berdarî merasîma bi xak spartina nivîskar Duriya Ewnî bû.

PUKmedia /Mihemed Şerîf / Qahîra 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket