Nivîskara Kurd Duriye Ewnî koça dawî kir

kurdistani 02:31 PM - 2015-03-16
 Nivîskara Kurd Duriye Ewnî koça dawî kir

Nivîskara Kurd Duriye Ewnî koça dawî kir

Nivîskara Kurd ya Misrî, Duriye Mihemed Ewnî duh yekşeme 15/3/2015 danê êvarê li paytexta Misrê Qahîreyê piştî nexweşiyekê ku çend mehan dirêj kir jiyana xwe ji dest da.

Berpirsê mekteba Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Misrê Mela Yasîn ji PUKmedia `yê re ragihand ku, mekteba YNK wê beşdarî merasîma cenazeya xwedê jê razî nivîskara Kurd Duriye Ewnî bibe.

 Duriye Ewnî kiye?

Nivîskarê Kurd Ebdulbaqî Huseynî di lêkolîneke xwe de bi taybet li ser kesayetiya Duriye Ewnî radiweste û têde weha aniye ziman: Duriye Ewnî, di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameyeke fransawî, Duriye Ewnî wiha dibêje; Ku kalkê wê Ebdulqadir Ewnî ê ku li bajarê Siwêrekê (Kurdistana bakur) muftî bû, kurê xwe Muhamed Elî Ewnî ji tirsa girtinê, ew şand welatê Misirê, dûrî çavên leşkerên Osmaniyan. Bavê wê li wir xwendina xwe a herî bilind kir û li cem Melek Farûq weke wergervan di Qesra Abdîn karkir, û giringtirîn babet pê radibû, ku hemî reşbelekên û belgeyên mabata Muhamed Elî Paşa wergerîne zimanê erebî û wan di pirtûkxaneyê de biparêze.

Wekû tê nasîn ku M.Elî Ewnî pirtûka herî giranbuha û balkêş linik kurdan ji zimanê farisî wergerandiye zimanê erebî, a ku binavê”Şerefname” ye, ku xudanê wê Şerefxanê Bedlîsî bû. M.Elî Ewnî ligel hevalê xwe Yihya Alxaşab pêşgotineke pir bedew û dewlemend ji Şerefnameyê re nivîsandibûn.

Duriye Ewnî, ji bavekî kurd e (Muhemed Elî Ewnî) û ji dayikekê erebî- Misirîye (Zeyneb Muhamed Rifa’î).  Duriye li Misirê ji dayik bûye, û li wir mezinbûye, xwendina xwe li Qahîra û li Parîsê qedandiye, ewê bi sedê gotaran bi erebî û fransawî nivîsandiye, babetên wê herdem li ser gelên bindest bû, û bi taybetî gelê kurd, ku xwe herdem nêzîkî vî miletî didît, ji ber xwîneke kurdî di rihên wê de diliviya... Ewê di hemî wanran de li ser kêşa kurdî radiwestiya û berxwedan di ber de dikir.

Ew çûye Kurdistana bakur jî (Turkiye), da ku rewşa kurdên bakur jî di navbeyna 1980 û1990î de.

Duriye gelekî li ser mesela peywendiyên dinavbera kurd û ereban de hizirkiriye, û nerînên xwe ên nêzîk û dûr dane xuyanîkirin, û dibîne ku di pêşerojê de herêma Rojhilata Navîn wê bêavakirin bi hinera kurd û ereb pêkve. Û dibêje, ku pêdiviya kurd bi ereban re heye wekû pêdiviya ereban bi kurdan ve heye. Nimûneyekê tîne ku serkaniya herdû çeman Dicle û Ferat ji Kurdistana bakur e .

Duriye derbarî nivîsandinên xwe wiha dibêje; ” Ez van pirtûkan ji nerîneke mirovatî dinivîsînim, ligel ku koka min ji alî diya min ve erebe û li ser xelkên Kînana tême hesêb, lê rehên min, xwîneke kurdî jî di wan re diherike, û min gelek ji kultura frensawiyan jî hilgirtiye, dema ez li ser keviyên çemê Sînê mezindibûme û rastîya sipî naskiriye”.

Ewê destpêka xwendina xwe li Firansa di xwendegeha Aborî û siyasetê debû , paş re xwendina wergerandinê xwend, û bû rojnamevan.

Duriye 27 salan weke rojnamevan li Firansa karkiriye, û li wir bûye seroka hevbenda rojnamevanên firansiyan .

Ewê bi gelek mirovên navdar li cîhanê hevpeyvîn kirine, û çûye cihên herî giring da ku nûçeyên bidestxîne . Wek nimûne; şerê dinavbera Iraq û Iranê .

Berhemên Duriye Ewnî; sê pirtûkin: naverokan wan pirtûkan li ser peywendiyên di navbera kurd û ereban ji alîkî ve, û Kurd û Misirîyan ji alîkî din ve, radiweste. Herwiha gelekî li ser rewşa kurdan li her çar perçên Kurdistanê berbifirehî diaxive. ji wan jî Pirtûka ( Ereb û Kurd) û Pirtûka (Alakrad).

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket