Ji Yaşar Kemal heta Qazî û Berkat! ... Kakşar OREMAR

kurdistani 10:00 AM - 2015-03-07
Kakşar OREMAR

Kakşar OREMAR

Ev nivîs bêtir li ser bersiva kesên ku her yek nasnameya nivîskarên wiha bi awayekî dide diyarkirin, hat nivîsandin. Belkî wiha em bikaribin bi awayekî mantiqîtir karnameya kesên wiha raxin ber çavan.

Her sê jî kurd in û kurdbûna xwe înkar nekirine. Ji zimanê xwe yê zikmakî re qet xizmet nekirin, lê di qada roman û karê wergerê de li Tirkiye, Îran û di cihana erebî de bûn kesên naskirî û sembolîk. Yekî bi tirkî, yê din bi farsî û yê sêyemîn jî bi erebî dîwarê xana wêjeya gelên cîran heta ber erşê esman bilind kiriye. Kevirên ku wan danîne, kevirên bingehîn yên wî dîwarê ber çav di nava dîwarên din yên naskirî li cihanê ye.

Yaşar Kemal: ( 1923 – 2015 ) ji nava dilê Kurdistanê ye. Bajarê Wanê cihê ku nasnameya înkar û zûlma Osmanî, Kemalîst û şovenîstên tirk li wira wiha bihêz bû ku tenê çiyayên Kurdistanê û ewaladên wê yên şîrhelal karîne heta roja îro li hemberî wê bisekinin. Ew ji erdnigariyekê dihat ku di çavê Osmanî û zarokên wan yên piştre (Jontirk û Kemalîst’an) de şoreşger wek “eşqiya” dihatin binavkirin û nasandin. Yaşar hê zarok bû ku ji zimanê çîrokbêj û destanxwanên gerîdok ew „eşqiya” dinasîn û bibû aşiqê wan. Kesên ku mîna Robîn Hood li dijî feodal û begên dewlemend bûn û malê wan di nava feqîr û hejarên civakê de belav dikirin. Di yekemîn romana xwe ya ku zû navê wî li her derê belav kir, qehreman eşqiyayeke bi navê “Înce Memed.” Wî navê xwe daye yekemîn romana Yaşar Kemal jî û bûye sembola qehremanê ku weke qazîyekî adil derd û elemên nedarên civakê derman û birînên wan yên xedar dikewîne. Înce Memed li dijî xan û axayên dewlemend serî hildide.

Ew heza ji serhildanê, heman bîr û ramanên Yaşar Kemal bixwe ne. Bi zimanê kurdî nenivîsî lê kurdperwer bû Li pey mirina Y. Kemal gelek kesan li dijî wî nivîsîn. Kurdan ew xizmetkarê mala xelkê û hinek tirkên li dijî doza Kurd û Kurdistanê jî ew wek cudayîxwaz û alîgirê PKK’ê binav kirin. Bes bi ya min tevî ku Y. Kemal bi zimanê kurdî nenivîsî lê kurdperwer bû û li dijî sîstemên dîktator dengê xwe bilind kir. Dema wî dest bi nivîsînê kir zimanê kurdî qedexe û karê kurdayetiyê jî ketina nava xêza sor a mirinê bû. Ew hê nehatibû dinê ku bavê wî Sadiq ji Kurdistanê dûr ketibû. Kemal qet nebe bi xwe re kesekî rast û durist bû. Rewşa antîdemokratîk raxist ber çavan Ew bi hemû cesareta xwe dema xelata çand û hunerê distîne li hemberî Tayîp Erdogan û Abdullah Gul diaxive û nasnameya hikûmeta wan ya antîdemokratîk wiha radixe ber çavan: “Îro di nava welatên cihanê de welatê me li hemberî aştiyê xwe bêdeng kiriye. Dîsa dubare dikim: Tirkiye di nava welatên cihanê de welatê ku herî zêde li dijî aştiyê ye û bêdeng e. Dibêjin “şerê biçûk”, tiştek bi navê “şerê biçûk” tune, heta kuştina mirovekî bi destê yê din jî, şer tê hesibandin. Her çandek mîna gulekê ye, reng û bêhna xwe heye.

Di cihana me da jêkirina gulekê, tunekirina bêhnekê ye. Ev rewşeke derketina ji sinorê mirovahiyê ye. Cihana ku tenê bi ziman û çandekê bimîne, wê ji dojehê jî nexweştir be û kesên ku wekî keran, têkevin pey birêveberên cihaneke wiha, dê dîrok wan jî û nifşên li pey wan jî rezîl bike, dê rûreş û şermezarê dîrokê bibin. Rêya rastkirina vê jiyanê tenê bi çêbûna demkorasiyê re ava dibe. Demokrasî jî çiqas ku dem derbas dibe, bi cewherê xwe ve tê gûherandin. Naskirin û diyarkirina mafên mirovan nasnameya demokrasiyê dide diyarkirin…” Dema li pey salên 1984’an şerê çekdarî li bakurê Kurdistanê gur bû, taboya artêşa Tirkiyeyê wekî bihêztrîn endama Natoyê li hemû rojhilata navîn, şikest. Wan hezaran kesên ji gundî û şervanên kurd, bêyî ku rêgezên şer li ber çavan bigirin, kuştin. Di gotarên xwe de Yaşar Kemal li dijî vê rewşê nivîsî û PKK wekî hêzeke mezin ku nûnertiya kurdên bakur dike, da diyarkirin. Vê rewşê gelek ji rewşenbîr û nivîskarên tirk li dijî wî derxistin, lê wî dîsa wiha nivîsî: “Şerê dewletê tenê bi gerîlayên kurd re nîne, ev şer, şerê dewletê ya li dijî gelê kurd e…” Armanca wî pîroz bû Yaşar çêbûyî yê rewşa wê serdemê bû ku tê de mezin û perwerde bibû, lê ya girîng kesî nekarî qîrînên wî li dijî binpêkirina mafên kêmnetewên etnîk-olî li Tirkiyeyê bifetisîne. Ew li kêleka şervanên doza Kurdistanê bû dengê bêhêz yê kurd û ermenên ku êdî hatibûn ji bîrkirin.

Belkî şert û mercên dem û jiyanê wiha kirin ku Yaşar Kemal kurdekî tirkînivîs be, lê armancên wî jî pîroz bûn: “Di hemû jiyana xwe de tenê fikreke min hebû: ji vir û şûnde dîsa hinek, dîsa hinek, baştir û baştir binivîsim.… ji bo mirov û mirovahiyê, ez ê li dijî ew ên ku dixwazin mirovahiyê ber bi bêdengiyê ve bibin, binivîsim…” Di gelek roman û çîrokên wî de egîd, serok, şervan, şivan an jî dengbêjekî kurd xwedî rolê sereke ye. Di “Efsaneya çiyayê agirî” de behsa şerê kurdan û Tirkiyeyê dike. ‘Dîrokeke bi xwîn’ radixe ber çavan. Şivan, çiya, kurê gundan, çirokbêjên gerîdok û bandora wan û encama ketina pey evîneke wiha romana “Înce Memed” diafirîne. Di dîroka edebiyata Tirkiyeyê de wêje û hunera tirkî dewlemendiya xwe gelekî deyndarê Yaşar Kemal, Ehmed Arif û kesên wiha ye. Ew tevli dijî otorîteya mirovên totalîter bûn.

Tenê xizmet ji zimanê farisî re kir Mihemed Qazî ( 1913 – 1998) ku kurd û ji malbata naskirî ya Qaziyên Mehabadê ye. Yek ji mezintrîn wergerên Îranê di sedsala derbasbûyî de tê hesibandin. Ew berevajî Yaşar Kemal di etmosfêrekî de mezin bû ku dikarî xizmeta ziman û wêjeya kurdî bike. Şahidekî baş yê serhildana Agirî, Komara Kurdistan, eşîreta Celalî, serhildana Barzanî û gelek rûdanên din yên dîroka siyasî ya Kurdistanê bû. Lê wî karî 64 berhemên dîrokî û romanên herî naskirî di cihanê de ji zimanê fransî wergerîne ser zimanê farsî û sê berhemên xwe jî dîsa bi zimanê farsî binivîse. Tenê romana nemir Îbrahîm Ehmed ya bi navê “Janî Gel” bi hevkariya Ehmed Qazî ji zimanê kurdî wergerandine ser zimanê farsî. Hevçax bi serdema Mihemed Qazî re me li rojhilatê Kurdistanê kesên weke mamosta Hêmin Mûkriyanî, Hejar Mûkriyanî, Hesen Qizilcî, Xalemîn, Ebdulrehman Zebîhî û çendîn kesên din jî hebûn û berevajî wî bi zimanê kurdî nivîsîn û berhemên giranbuha li pey xwe hiştine.

Ji malbateke kurdperwer bû Mihemed Qazî ji malbateke kurdperwer bû ku doza kurd li rojhlatê Kurdistanê deyndarê ked û xwîna wan e, lê ew di wan salên hesas û dîrokî de ne tenê xwe ji welatê xwe dûr dike, belkî di qada edebiyatê de jî xizmeta zimanê xwe yê zikmakî nake. Di çaxê pêkhatina komara Kurdistan de ew mezin û 33 salî bû, lê hingî jî wî xwe ji Mehabad û Kurdistanê dûr kir û heta piştre di bîranînên xwe de jî tabloyekî bedew ji wan tiştên ku dîtibûn, ranexiste ber çavê xwendevanên kurd û îranî. Xala ku Mihemed Qazî û Yaşar Kemal digehîne hev tenê kurdbûna wane. Êdî temen jî têr nake ku bêjim poşman im Di 1994’an de li Tehranê min ji nêz ve nemir Mihemed Qazî dît. Di hevpeyvîna pê re, min jê pirsî: “Tu di karê werger û nivîsandinê de kesekî wiha bihêz û naskirî yî, lê ka di vî temenê dûr û dirêj de te ji kurdên xwe re çi kiriye? Çima berhemên te bi zimanê kurdî nînin?” Wî bi kena babekî ku li kurê xwe binêre destê xwe danî ser milê min û bi hesret û axîneke jidil wiha got: “Gelek welatiyên min yên din jî rexneyeke wiha li min kirine. Di vê der barê de min berpirsyariya xwe neanîye cih û vaye tu dibînî ku êdî ez kal bûme.

Lê berî çend salan min pirtûka Vasili Nikitin ( Kurd û Kurdistan) û romaneke Îbrahîm Ehmed (Janî Gel) wergerandine ser zimanê farsî ku li ser civakê bandoreke baş çêkirin. Pirtûka “Selahedîn Eyyûbî” jî min ji nivîskarê navdar Alber Şandor wergerande ser zimanê farsî. Ew ji wê heza min ya ji Kurd û Kurdistanê re tê, lê dîsa jî îtiraf dikim ku min di vê der barê de gelek kêmasî hene û êdî temen jî têr nake ku bêjim poşman im…” Li ser bêhelwestî û heta nivîsandina hinek bîranînên ku tê de bi başî behsa serdema komara Kurdistan nekiribû, Mîna Qazî û endamên din yên malbata wan têkeliyên xwe bi Mihemed Qazî re nemabûn. Bi ya min ger raya giştî ya kurd bêtir ji Yaşar Kemal, kesên wiha zêdetir rexne bike, yê baştir be. Şagirdên wî îro jî mane û doza wî didomînin Li kêleka kesên wekî Mihemed Qazî hebûn dîroknivîsên mîna Reşîd Yasimî ku kurde lê bi nirxê rojê nan dixwarin û hemû hewla wan ew bû ku dîroka Kurdistanê bişêwînin. Şagirdên wî îro jî mane û doza wî didomînin.

Qet xwe neda aliyê kurd Ger em ji rewşa van du kesayetiyên mezin derbas û hinek xwe nêzî roja îro bikin, navê kesekî din tê bîra me ku di cihana ereban de pir naskirî ye. Selîm Berekat di cihana berfireh a mediya erebî de bi çîrok, helbest, rexnegirî û lêkolînên xwe navekî pir naskirî ye, lê di serdema ku ew ciwan û şahidekî serhildana Mustefa Barzanî li başûrê Kurdistanê û peyakirina siyaseta asîmîlasiyonê li bakur û rojavayê Kurdistanê bû, qet xwe neda aliyê kurd, lê di nava tevgera filstîniyan da cih girt. Salên piştre jî bi hatina Xumêynî re ew dîsa bêdeng ma û haya xwe ji doza kurdên rojhilatê Kurdistanê nebû. Xizmeta ziman berde, ew di roja îro de jî li hemberî doza kurd û Kurdistanê xwedî helwesteke şefaf nîne. Berevajî wî gelek caran li dijî Tevgera Azadiya kurdên rojava û bakurê Kurdistanê dinivîse û xeber dide. Niha ka hûn bêjin helwesta kesên wiha bi ‘li ber çavgirtina faktora dem û îmkanên serdemê’ çawa bi helwesta Yaşar Kemal re tê berawirdkirin? Ava ku kesên wiha li ser ava aşê wêjeya dagirkerên Kurdistanê zêde dikin bi bandortir e yan kar û gotinên Yaşar Kemal ku pirî caran hat girtin û tehdîd kirin?

Bi şûra destê xwe hinek qadên teng berfireh kirin Niha li kêleka van sê kesên mezin û naskirî di nava kurdên Xorasanê de dîrokzan, helbestvan û lêkolînvanek heye ku bi kar û xebatên xwe, bû pêşengê rensanseke çandî, fikirî, dîrokî û wêjeyî di nava wan kurdan de ku sedan sal e bi darê zorê ji Kurdistanê hatine dûrxistin. Kelîmulah Tevehudî, ew navê ku hîn jî ked û karên wî li Kurdistana mezin baş nehatiye dîtin û naskirin. Wî di rewşeke giran a dîrokî de ku kurmancên Xorasanê bi hemû taybetmendiyên xwe yên neteweyî ve ketibûn nava çemberek teng a siyaseta asîmîlasyona olî û etenîkî, weke Rustemê Zal hat nava qada şerê li dijî “Dehak” ên serdema xwe. Vejandina dîroka kurdên wira pêngava wî ya yekê bû.

Piştre helbestvanên navdar ku êdî toz û dûmana dem û çaxan navê wan wenda kiribû, bi nifşên nû dane nasandin. Li ser kincên kurdan, dawet, çanda devkî, destan, stran û çîrokên wan kar û xebatên bêrawestan kirin. Bû parazvanê gencîneyeke giranbûha ku di roja îro de qîmeta wan nayê zanîn ka çiqas bilind û zêde ye. Di rewşekê da ku ew carinan ji bo nanê rojê muhtacî hevkariyê bûye û heta hatiye tehdîdkirin û girtin jî heta roja îro, ew ji meşê nemaye. Bêminet bû, çimkî bû hostayê danîna kevirên esasî yên dîwarê malkê ku miletek tê de vehese û baştir li nasnameya xwe xwedî derkeve. Belkî di der barê vê mijarê de navên din jî hebin lê di vê nivîsê de min tenê navê hinek kesên kurd anî ku hêvîdar im, nifşên paşerojê baştir wan û xwe nas bikin.

PUKmedia/A.Welat

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket