YPG`ê piştî Til Hemîsê Til Birak jî rizgar kir

kurdistani 08:20 PM - 2015-02-28
YPG`ê piştî Til Hemîsê Til Birak jî rizgar kir

YPG`ê piştî Til Hemîsê Til Birak jî rizgar kir

YPG`ê piştî rizgarkirin û pakkirina Til Hemîsê, bajaroka Til Birak jî rizgar kir

Li gorî ajansa Nûçeyan ya Hawarê ku wek yekemîn ajansa nûçeyan ya Rojavayê Kurdistanê rewşa şerê li hersê kantonên Rojavayê Kurdistanêî dişopîne ragihand ku; Hêzên YPG’ê ji serê vê sibê ve li bajaroka Til Birak li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke mezin dane meşandin. Di enamê de bajaroka Til Birak jî bi temamî hate rizgarkirin.

Ajansa ANHA’yê ji eniya berxwedanê ya Til Birakê ragihand ku hêzên YPG’ê ji serê vê sibê ve piştî ku bajaroka Til Hemîs hate rizgarkirin, berê xwe dane bajaroka Til Birak û li dijî çeteyên DAIŞ’ê rêzeçalakî li dar xistin. Di encama çalakiyan de bajaroka Til Birak bi temamî hate rizgarkirin
Anha aşkire kir ku di encama çalakiyan de, bi dehan çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û çete cenazeyên xwe li pey xwe dihêlin û direvin

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket