Bi wêne..Keçek Afganî bi vê rengî destavêtin şermezar kir

kurdistani 06:19 PM - 2015-02-28
Keçek Afganî bi vê rengî destavêtin şermezar kir

Keçek Afganî bi vê rengî destavêtin şermezar kir

Bi mebesta li bajarê Kabol a Afganistanê destavêtina li jin û çekan tê kirin şermezar bike, lîstikvana keç a ciwan a bi navê  Kibirî Xademî serî li şêwezarek nû û ya seyr da.

Lîstikvana keç bi armanca derûberên xwe ji dest avêtinê biparêze, mertalek ji hesin li benda xwe pêça û li kolanên bajarê Kabol payetexta Afganistanê geriya.

Keça lîstikvan Kibrî ji DW re derbarê çalakiya xwe de axivî û got ku: Wê bi armanca ev diyardeya li seranserî welat belav bûye şermezar bike û bi teybet piştî ew bi xwe li Êran,Pakistan û Afganistanê çendî car rastî destavêtinê hat, biryar da mertalekî bi vê rengî dirust bike li xweke û li kolanan bigere.

Kibirî wiha pê de çû : Yekem car dema ez li Êranê li bajarê Meşhed bûm û hêşta zarok bûm, dema ez ji bo mal hin tişt bikirim derketim û çûm dukanê rastî destavêtinê hatim, dukandar destê xwa avête derûberên min, ez berya herim mal li koşeyekî rûniştim û giriyam, min di wê temena xwe ya zaroketiyê de hêvî kir ji bo kes dest neavêje min, cil û bergin ji hesin li ber min bin , ez piştî ligel malbata xwe çûm Pakistan û pişt re dema hatin Afganistanê jî çendî car,  çi bi dev avêtinê be yan dest be rastî destavêtinê hatim.

Derbarê berteka ku xelkê nîşan da ye, piştî ew wer li kolanan bi mertal ji hesin dîtin got: Min teksiyek girt û çûm taxa berê min lê jiyan dikir, çawa ji otombêlê peya bûm û mertal li mine, kesên derin û tên li dor min kom bûn û dest pêkirin bi telefonên xwe wêneyan bigirin, hin kesan jî dev avêtin û gotinên ne li rê ji min re gotin, her wiha çend kesan kevir avêtin min, piştî ez demekê li kolanan meşiyan û min bi vê yekê meydan xwend, ez dîsa bi otombêla ku li benda min bû vegeriyam malê.

W: Şêwrawî Mamo

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket