Ji HDP û hikûmeta Tirkiyê derbarê pêvajoyê de daxuyaniya hevpar

kurdistani 01:48 PM - 2015-02-28
Ji HDP û hikûmeta Tirkiyê derbarê pêvajoyê de daxuyaniya hevpar

Ji HDP û hikûmeta Tirkiyê derbarê pêvajoyê de daxuyaniya hevpar

Îro şeme 28/2/2015 şanda HDP’ê ya Îmraliyê li gel cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan û berpirsên hikûmeta Tirkiyê re civiyan. Civîna ku der barê pêvajoya çareseriyê bi dawî bû piştre herdu aliyan daxuyaniyek çapemeniyê ya hevpar dan.

Destpêkê parlementerê HDP yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder der heqê Pêvajoya Çareseriyê da wiha got: “Pêvajoya diyalogê ya bi astengî û şikestinan hat meşandin gihiştiye astek girîng.  Nêrîna Ocalan a di vê mijarê de wiha ye; 'Em pêvajoya pevçûnê ya 30 salî ber bi aştiyeke mayînde ve dibin, hedefa me ya sereke jî ev e ku em bigihînin aştiyeke demokratîk. Ji bo rewşa bêçekbûnê ji bo biryara dîrokî û stratejîk bê dayîn PKK’ê dawet dike ku di meha biharê de civînek asayî pêk bîne. Ev nîşaneya niyeteke dîrokî ye.”

Onder got: "Ji bo geşedanên dîrokî pêk werin pêwîstî bi şernekirinê heye. Em jî wek lijneya HDPyê bangî derdorê ku piştgiriyê didin demokrasî û aştiyê dikin ku di hemû astên mizakereyên demokratîk û pêvajoyê da hebin û hêzê bidin me. Divê em bizanibin ku em nêzî aştiyê ne û em silavê didin hêzên demokrasiyê."

Ji aliyê xwe ve jî cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Yalçin  Akdogan got: "Em ji bo ku xebatên çekdanînê bilez bin, bêçalakiyek pêk bê û siyaseke demokratîk bê meşandin vê daxuyaniyê girîng dibînin."

Akdogan got: "Di demokrasiyê da fikir, siyaset û polîtîkayên ku gel piştgiriyê didê, mezin dibin. Em jî dixwazin bi alîkariya gel pêvajoya çareseriyê bigihînin encamê. Destûra Bingehîn a nû jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan derfet û firsendeke mezin e."

Ji aliyekî dinê ve jî endamê konseya rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû di hevpeyvînekê li gel ajansa Firatê re gotiye: “Gelo wê ji hikûmeta AKP’ê neyê pirsîn, ger ti bi rastî cidî bî, ger hevdîtin hatine vê nuqteya girîng çima hevdîtina PKK’ê ya bi Rêber Apo re pêk naynî.”

Şanda Îmraliyê ya HDP’ê ku çend roj berê li Qendîlê bi rêveberên KCK’ê re hatin cem hev, îro bi cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan re hatin cem hev.

PUKmedia/Ajans

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket