Diyale: Li qeza Beledroz teqîn

kurdistani 12:01 PM - 2015-02-28
Foto: Arşîv

Foto: Arşîv

Jêderekê ewlekariyê ragihand ku îro şeme 28/2/2015 danê sibehê 2 otombêlên bombekirî li nîva qeza beledroz a ser bi parêzgeha Diyaleyê hatine teqandin.

Jêderê ji PUKmedia`yê re ragihand: Herdu teqînên terorîstî bazara balindan a li nîverasta qezayê kirine armanc û bidehan şehîd û birîndar hene û ziyanek mezin gihêştiye cihê rûdanê.

Hêjayî gotinê ye ku qeza beledroz dikeve bakûrê qeza Miqdadiyê,  ji aliyê başûr ve jî parêzgeha Wasit e , ji aliyê rojhilata wê jî bajaroka Mendelî û li aliyê rojava jî qeza Baqubêye ku navenda parêzgeha Diyale ye. Hejmara şêniyên wê li gor sala 1997`an 350 hezar kese.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket