Bayik: Hikûmeta AKP dibêje, ‘ne molotofan çekan bikar bînin’

kurdistani 11:19 AM - 2015-02-28
Bayik: Hikûmeta AKP dibêje, ‘ne molotofan çekan bikar bînin’

Bayik: Hikûmeta AKP dibêje, ‘ne molotofan çekan bikar bînin’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ragihandiye ku, hikûmeta AKP'ê hewl dide faşîzma ku darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê nikarîbû bi sazî bibe, dixwaze bi 'Qanûna Ewlekariya Hundir' bigihînê encamê. 

Di nivîsa xwe ya vê hefteyê de ya di rojnameya Ozgur Polîtîka de belav kiriye Cemîl Bayik dibêje: Dîroka Komara Tirkiyeyê di esasê xwe de dîroka faşîzma sazîbûyî ye. Hikûmeta AKP'ê dixwaze vê sîstema faşîzan a sazîbûyî dijwartir bike.

Bayik got: AKP bi vê qanûnê li ser gelê Kurd şer ferz dike. Bi qedexekirina rûpêçandin û molotofê, berxwedana çekdarî rewa dike. Ev qanûn ji bo gelê Kurd şerê gel ê şoreşgerî mîna bijarka bi tenê dihele.

Di beşek din ya gotara xwe de Bayik gotiye: Ev qanûn mîna banga 'ne molotofan , çekan bikar bînin' e. Di rewşa ku molotof weke çek bê nirxandin de, li dij êrîşan ciwan jî wê ne molotofan çekan bikar bînin.

Teqez li ser wê yekê jî kiriye Bayik gotiye: Heger hikûmeta AKP'ê dibêje "kesî din nikarîbû lê min Kurd çewisandin" wê demê xwe dixapîne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket