YPG ji bo guherîna dîlan û rizgarkirina welatiyên Asûrî amade ye

kurdistani 09:41 AM - 2015-02-28
YPG ji bo guherîna dîlan û rizgarkirina welatiyên Asûrî amade ye

YPG ji bo guherîna dîlan û rizgarkirina welatiyên Asûrî amade ye

Piştî revandina hejmarek zor ji welatiyên Asûrî û mesîhî li gundên Til Temirê , rêveberiya kantona cezîrê amadebûna xwe bo guherîna dîlên DAIŞ li beramber azadkirina welatiyên Asûrî yên di destê terorîstan de nîşan dan.

Di vê derbarê de berpirsê pêwendiyên derve yê kantona cezîrê Dr. Nasir Hacî Mensur ji PUKmedia`yê re ragihand: Weku rêveberiya kantona cezîrê çi ji destê me were bo rizgarkirina ew welatiyên Asûrî û mesîhî yên li jêr destê DAIŞ emê bikin û em amade ne bo guherîna ew dîlên DAIŞ ku di destê mede ne beramber bi wan welatiyan.

Hacî Mensur got jî: Li berxwedana Kobanê û Til Hemîs û Til Temir hejmarek zor ji terorîstên DAIŞ ji aliyê hêzên YPG û YPJ ve hatine desteser kirin û em amasdene li beramber azadkirina welatiyên Asûrî û mesîhî li gel grupa terorîstî DAIŞ biguherin.

Hêjayî gotinê ye ku terorîstên DAIŞ heftiya borî êrişî gundên Asûrî û mesihiyan ên li Til Temir kirin û hejmarek zor ji welatiyên Asûrî û mesîhî revandin. Eve ji bilî ku hejmarek din jî kuştin.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket