Giwêr: Balafirên şer çendîn terorîst kuştin

kurdistani 03:38 PM - 2015-02-27
Giwêr: Balafirên şer çendîn terorîst kuştin

Giwêr: Balafirên şer çendîn terorîst kuştin

Li sînorê gundên başûrê mihwerê Mexmur – Giwêrê, balafirên şer ên hevpeymanan çendîn serbazgehên terorîstên DAIŞ wêran kirin.

Berpirsê komîteya Mexmur a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Reşad Gelalî ji PUKmedia`yê re ragihand: Di 24 demjimêrên borî de balafirên şer ên hevpeymanan çend carekê baregehên DAIŞ`ê li başûrê mihwerê Mexmur – Giwêr ser bi bajaroka giyare bombarduman kirin û hejmarek zor ji terorîstan kuştin.

Got jî: her yek li gundên (Kenheş, Hesudiye, Zawiye û navenda bajaroka Giyare) bûne armanca êrişên balafiran û çend serbazgehên giring ên terorîstan hatine wêran kirin û hejmarek zor ji terorîstan hatine kuştin û birîndar kirinê. Eve ji bilî şewitandina otombêlên serbazî û keresteyên şer.

Gelalî diyar kir ku piştî şerê Til Rîmê moralê terorîstan ruxaye jiber ku zêdetir li 40-50 leşên wan li çûna wan mabûne. DAIŞ hêza xwe berve bajarê Musilê kişandine û xwe ji ber êrişên balafiran vedişêrin.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket