Cîgirê Ebo bekir Bexdadî hate kuştin

kurdistani 11:43 AM - 2015-02-27
Cîgirê Ebo bekir Bexdadî hate kuştin

Cîgirê Ebo bekir Bexdadî hate kuştin

Jêderekê serbazî aşkira kir ku di bombardumana balafirên şer ên hevpeymanan li ser baregehên DAIŞ li qeza Qaim de, cîgirê Ebo Bekir Bexdadî hate kuştinê ku destê wî di çendîn tawanên hovane de hebûye.

Jêderekê bilind ê serbazî li wezareta berevaniya Êraqê ew nûçe piştrast kir û ji PUKmedia`yê re ragihand û got: Zanyariyên pêşwext hebûn ku Ebo Bekir Bexdadî li gel hejmarek zor ji serkirdeyên diyar ên DAIŞ berve qeza Qaim diçin, ji bo wê jî balafirên şer ên hevpeymanan ew kirin armanca xwe û bi dijwarî ew bombarduman kirin û hejmarek serkirdeyên diyar ên grupê hatin kuştin.

Jêderê diyar kir ku di bombardumana balafirên şer de, Ebo Muslim Turkmanî ku cîgirê yekemê Ebo Bekir Bexdadî ye hatiye kuştin û laşê wî jî berve Sûriyê hatiye birine.

Wê jêderê amaje bi wê yekê jî kir ku: Her yek ji serkirdeyên diyar ên DAIŞ (waliyê firatê Samir Mihemed û Ebu Ubeyde Ezawî, Ebu Mucahîd Rusî û Ebo Muslim Çîçanî) jî hatine kuştin û hejmarek zor jî birîndar bûne û bi mebesta tedawiyê ew rakirine Sûriyê .

Li gor zanyariyên PUKmedia`yê pêştir di serdema rêjîma Basê ya Êraqê de, Ebo Muslim Turkmanî di artêîşa Sedam Hisên de efser bûye û li qeza Tileferê fermandarê tevgera leşkerî bû.

PUKmedia/Saman Elî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket