Hevşaredarê Amedê: Divê zanîngehên Kurdî zêde bikin

kurdistani 05:11 PM - 2015-02-25
Hevşaredarê Amedê: Divê dibistanên Kurdî zêde bibin

Hevşaredarê Amedê: Divê dibistanên Kurdî zêde bibin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, beşdarî resepsiyona 3yemîn Salvegera damezrandina Weqfa Mezopomyayê bû. Bername li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê pêk hat.

Hevşaredar Firat Anli da zanîn ku xeteriyeke mezin li pêşiya zimanê kurdî heye û got: “Gava qulek li bendavekê vebû av bi şid jê diçe û her ku diçe ev qul firehtir dibe. Xetereke mezin li pêşiya zimanê me jî heye. Li gorî 10 salan berê derfet zêdetir in, lê kelecan û xwedîderketin kêmtir e.”

Anli bi bîr xist ku tu kes nemaye di vê civakê de ji ber zimanê xwe lêdan nexwaribe, bal kişand ser parastina girtiyên ji KCKê û got, “Ji ber parastina bi kurdî 3-4 salan di girtîgehan de man lê dawiyê israr kirin û bi ser ketin. Êdî em dikarin bi zimanê xwe li ber dadgehan xwe biparêzin lê ev ne bes e.”

Anli aşkere kir ku divê em hejmara dibistan û zanîngehên bi kurdî perwerdeyê dikin zêde bikin û xebatên Weqfa Mezopotamya yên di vî warî de hêja nirxandin.

PUKmedia/Malpera Şaredariya Amedê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket