Gazprom li Helebçe dest bi vekolînê dike

kurdistani 03:56 PM - 2015-02-24
Gazprom li Helebçe dest bi vekolînê dike

Gazprom li Helebçe dest bi vekolînê dike

Biryara kompanya Gazprom a Rûsya di roja 16 / 3/ 2015`e  roja ku Helebçe têde rastî kîmyabaranê hatî de, li parêzgeha Helebçe dest bi lêgerîna petrolê bike.

Qeymeqamê Helebçe Hesen Erkan îro bi da xuyaniyekê ji PUKmedia yê re ragihand: Kompanya Gazprom a petrolê ya Rûsya ji bo li parêzgeha Helebçe dest bi vekolîn û lêgerîna petrolê bike, amadekariyên xwe dike, her wiha da xuya kirin ku kompanya Gazprom dê di heman roja 16 / 3, roja ku têde rêjîma têkçûyî ya Êraqê Helebçe kîmya baran kir, bi rê û resmek teybet dest bi xebatên xwe bike.

Li gorî rêkeftina di navbera birêveberiya Helebçe û kompanya Gazprom de, kompanya Gazprom dest yekem xebatên lêgerîna petrolê li parêzgeha Helebçe bike, her wiha ne bi tenê hemû pêdiviyên parêzgehê ji petrolê dabîn bike, lê hejmarek ji projeyên xizmetgozariyê jî li parêzgehê pêşbixîne.

PUKmedia / Ferhan Heme Xan  / Helebçe Şehîd

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket