Li Bakûrê Kurdistanê çalakiyên 21’ê Sibatê

kurdistani 09:52 AM - 2015-02-23
Li Bakûrê Kurdistanê çalakiyên 21’ê Sibatê

Li Bakûrê Kurdistanê çalakiyên 21’ê Sibatê

Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê (21'ê Sibatê) li gelek navendan bi meş û daxuyaniyan ve hate pîrozkirin. Li Amedê bi meşa ku Kurdî li hemû qadên jiyanê bê bikaranîn starta kampanyaya "Em li navçe, bajar û bajarokan nasnameya Kurdistanî ava bikin" hate destpêkirin.

AMED

Li Amedê di pêşengiya KURDÎ-DER û Komîsyona Ziman a KCD'ê bi minasebeta 21'ê Sibata Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Parqa Koşuyoluyê heya ber avahiya KCD'ê meş hate lidarxistin. Di meşê de Hevşaredarên Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anlî, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen, hevşaredarên navçe, rêveberên KURDÎ-DER'ê, Komîsyona Ziman a KCD'ê û bi hezaran welatî beşdar bûn.

SÊRT

 Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Sêrtê jî bi heman armancê li ber Navenda Kar a Kizilayê daxuyanî da çapemeniyê. Hevşaredara Sêrtê Belkîza Beştaş Epozdemîr û gelek nûnerên saziyên tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên "Bi zimanê azad ber bi nasnameya azad", "Zimanê me rûmeta me ye em li rûmeta xwe xwedî derkevin" hatin vekirin.
 
MÊRDÎN

Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Welatiyên li ber Nûnertiya Egîtîm Senê hatin cem hev ber bi Qada Cumhuriyetê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de welatiyan li erbaneyê dan û dowîzên "Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin", "Zimanê me hebûna meye" û "Ziman çande, dîroke, jiyane" hilgirtin û dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin. Nûnerê Egîtîm Senê yê Dêrîkê Ulaş Çelîk daxuyanî xwend û diyar kir ku divê qedexeyên li ser zimanê Kurd bên rakirin.

ŞIRNEX

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Cizîrê bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê meşek girseyî li dar xist. Saziyên weke MEYA-DER, KESK, TTB, û rêxistinên HDP û BDP'ê jî piştgirî dan çalakiyê. Girseya li ber avahiya KURDÎ-DER'ê kom bûn bi pankartên "Zimanê me hebûna me ye", "Bê ziman jiyan nabe" û "Perwerdehiya ziman mafê her kesî ye" hilgirtin û heta Kuçeya Hunerê meşiyan. Di meşê de Koma Erbanê ya Mem û Zinê li erbanê xistin û stran gotin.

ÊLIH

Şaxa KURDÎ-DER'a Êlihê bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî li qada Gulistanê bi tevlî bûna gelek kesî daxuyanî dan çapmeniyê. Di daxuyaniyê de nûner û rêveberên DBP/HDP'ê, Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanên DBP, MEYA-DER, BUO-DER, nûnerên saziyên civakî yên sîvîl û gelek kes amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Zimanê mirov welatê mirovan e. Em perwerdehiya zimanê xwi dixwazin" û dowîzên bi rengê kesk, sor û zer ên li ser nîvîsên wek "Ziman beden e li bedena xwe xwedî derkeve", "Ziman rûmeta gelan e" û "Bê ziman jiyan nebe" hatin rakirin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê bi pêşengiya şaxa KURDÎ-DER’ê ya Colemêrg jî ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî a Cîhanê meşek hat lidarxistin. Meş ji ber Kaya Plazayê heya ber avahiya şaredariyê berdewam kir. Ligel endam û şagirtên KURDÎ-DER’ê, endamên saziyên sivîl ên civakî, hevserokên DBP û HDP’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê û bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Piraniya beşdarvanên ku bi cilên gelêrî beşdarî meşê bûn dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” berzkirin. Di heman demê de beşdarvanan lolîpopên kesk, sor û zer ku li ser “Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin”, “Ziman rûmeta mirovan e” û “Bê ziman nabe” hilgirtin dest. Li ber avahiya şaredariyê endamê Meclisa Partiya HDP’ê Nîzamettîn Ozturk axivî û li ser giringiya ziman û dîroka giringiya rojê axivî.

Piştî meşê girse derbasî Navenda Çand û Hunera Feqiyê Teyran bû. Li navenda çandê jî li ser giringiya rojê panelek û konserek biçûk bê dayîn.

RIHA

Şaxên KURDÎ-DER'ê û Egîtîm Sen'e yên Rihayê li ber Navenda Kar aAhmet Bahçivan bi daxuyaniyekê Roja Ziman pîroz kirin. Di daxuyaniya ku HDP û DBP'ê piştgirî dan de pankarta "Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî" hate vekirin. Welatiyan li vir rêz girtin û Rêveberê KURDÎ-DER'ê Hamza Ayebe daxuyanî da piştre jî tîpên di tirkî de nînin hatin naskirin.

SIWÊREG

Li Siwêregê welatiyên ku li ber avahiya KURDÎ-DER'ê kom bûn heta Qada Kanlikuyuyê meşiyan. Welatiyên ku pankarta "Êdî bes e em perwerdehiya zimanê dayikê dixwazin" vekirin dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" bilind kirin.

DÎLOK

Li Dîlokê KURDÎ-DER'ê li Parka Yeşîlsu daxuyanî da. HDP, DBP, ÎHD, YSGP, SYKP û OSP jî beşdarî daxuyaniyê bû. Girseyê pankarta "Roja Zimanê Dayikê pîroz be" vekir û dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" "Zimanê me rûmeta me ye" "Zimanê me qedexe neke" berz kirin û bi 7 zimanan dowîzên "Ez bi zimanê xwe ye dayikê ve heme" hatin vekirin.

SEMSÛR

Li Semsûrê bi daxuyaniyê roja ziman hate pîrozkirin. Welatiyên ku li ber avahiya KURDÎ-DER'ê kom bûn dowîzên "Bê zimanê dayikê perwerdehî nabe" "Ziman mafekî gerdunî ye" "Sînorê zimanê min sînorê cihana min e" hatin vekirin, dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" "Zimanê me rûmeta me ya" hatin berzkirin. Hevserokê KURDÎ-DER'ê yê Semsûrê Şerîf bi silavkirina Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û afrînerên têkoşîna Kurd dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Bi têkoşîna gelê Kurd û tevgera azadiyê hişmendiyeke nû pêş ketiye. Em bi vê rûhê ji bo mafê perwerdehiya ziman bê bidest xistin têkoşîna xwe xurtir dikin."

ŞIRNEX

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di pêşengiya KURDÎ-DER'ê de bi munasebeta 21'ê Sibatê roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê meş hat lidarxistin. Li gel hevşaredarên Herêma Şirnex, hevserok û rêveberên herêmê, endamên meclîsa bajêr, meclîsa şaredariyê, KURDÎ-DER, MEYA-DER, Egîtîm-Sen û Meclîsa Dayikên Aştiyê bi sedan welatiyên li ber avahiya Şaxa KURDÎ-DER'a Silopî hatin cem hev heya qeda hunerê meşiyan. Di meşê de pankartên "21'ê sibatê roja zimanên cîhanê pîroz be" , "Ziman kulîlkên cîhanê be" hatin rakirin û dirûşmên, "Bê ziman jiyan nabe" , "Zimanê me rûmeta me ye" hatin berzkirin.

MERSÎN

Egîtîm Sen a Mêrsînê bi munasebeta rojê li Parta Ozgur Çocuk daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankartên "Perwerdehiya bi zimanê dayikê maf e nayê astengkirin" "21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê pîroz be" hatin vekirin de dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" "Bi zimanê dayikê perwerde maf e" hatin berzkirin. KURDÎ-DER, ÎHD, HDP, EMEP, Plotforma Kedê ya Mêrsînê û gelek welatî jî beşdarî çalakiyê bûn.

ERDÎŞ
 
Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Erdîşê jî bi heman armancê ji ber avahiya komeleyê heye ber Qeymeqamtiya Erdîşê meş li dar xist. Di meşa piranî jin û zarok tevlîbûn de jin bi kincên gelerî tevlî meşê bûn. Di meşê de dowîz, panketa û dirûşmeyên têkildarî mijarê de hatin vekirin û hatin berzkirin. Di dema meşê de polîsên sivîl bi kamereyan zarokên tevlî meşê bûn kişandin. Piştî meşê Hevserokê Şaxa KURDÎ-DER'ê yê Erdîşê Şakîr Asil roja ziman li hemû kesî pîroz kirin.

ELBAK

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Elbakê jî bi heman armancê meş li dar xist. Piştî meşê Hevserokê Şaxa KURD-DER'ê yê Elbakê Erzan Ayhan axivî û diyar kir ku divê sazî û dezgehên Kurd ji bo ziman di her qadê de bidin jiyîn bêtir kedê bidin.

BAZÎD

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî bi heman armancê pêşbirka deng da destpêkirin. Pêşbirka li salona Perwerdehiya Neteweyî ya navçeyê destpê kir rastî eleqeyek gelek mezin hat. Hevşaredarên Bazîdê Rohat Ozbay û Delal Tekdemîr, DBP, HDP, HDK û bi sedan welatî tevlî bûn. Piştî rêzgirtinê Midûrê Karên Civakî û Çandî yê Şaredariyê Bazîdê Halîs Gultekîn axivî û diyar kir ku ji bo Kurdî ji nifşên din re bimîne divê malbat û sazî hê bêtir kedê bidin.

ÎDÎR

Li Îdîrê jî bi heman armancê li ber avahiya DBP'ê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di çalakiyê de pankrata “21’ê sibatê roja zımanê dayika cihanê pîroz be” hate vekirin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Bajar Murat Yerlîkaya daxuyanî xwend û diyar kir ku perwerdehiya zimanê zikmakî teqez nabe mijara bazariyê.

EDENE

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê li salona konferansê ya Navenda Çanda Seyhanê panelek bi navê "Ziman" hat lidarxistin. Di panelê de Hevserokê Komaleya Nivîskarên Kurd Selîm Temo, niviskar û wekîl Osman Ozçelik, ji Komalaye Nivîskarên Kurd Mehmnet Yilmaz, saziyên sivîl ên civakî, xwendekar û gelek welatî tevlî panelê bûn. Koma herêmi ya girêdayî ÎHD derket ser dikê û ji girseyê re stranên Kurdî, Erebî, Dimilî, Soranî, Ermenî û Tirkî gotin.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi pêşengiya TZP-KURDÎ û KURDÎ-DER'ê bi hezaran kesên li ber avaniya Navenda Çandê ya Geverê kom bûn heta cadeya Cengîz Topel meşiyan û li ber Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş daxuyanî dan. Pankart û dowîzên "Gelê Kurd ne bê alternatîf e, em bi xweseriya demokratîk dibistanên azad ava dikin", "Gel bi zimanê xwe azad e" ve "Zanê Dimilkî wendis wazeme" hatin hilgirtin.

MÊRDÎN

Nûnertiya TZP Kurdî ya Mêrdînê piştî meşê panel li dar xist. Piştî meşê ji rêveberên TZP Kurdî Husnu Acay axivî û roja zimanê dayike ya gelan pîroz kir. Acay bi lêv kir ku Îran, Sûriye û Tirkiye polîtîkayên xwe yên înkarkirinê yên li dijî zimanê kurdî didomînin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberên TZP Kurdî Mahîr Mîkaîloglu ve hate kirin de jî hate gotin ku êdî axaftinên ku ji bo roja ziman tên kirin têrê nake riyên din bên dîtin û bên xurtkirin.
Piştî daxuyaniyê girse derbasî avahiya KESK bû û li vir tevli panelê bûn.

MIDYAD

Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî bi pêşengiya Egîtîm Sen'ê û bi piştgiriya HDP û DBP'ê daxuyanî hate dayîn. Ji egîtîm Sen'ê Fesîh Yeter axivî û bal kişand li ser zarokên ku zimanê wan ê dayikê ji tirkî cudatir in û anî ziman ku perwerdeya zimanê dayikê mafekî bingehîn e û astengkirina vê yekê binpêkirina mafekî mirovî ye. Yeter got ku li cihanê si milyonan zarokên ku zimanê wan Kurdî, Mihelmî, Suryanî, Lazî û Çerkezî ye hene.

MÛŞ

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê roja ziman bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Encumena Şaredariya Gimgimê Muzeyyen Işik axivî koroya zarokan a Şehîd Mordem stranên xwe gotin. Piştre girseya ku li ber avahiya DBP'ê kom bû bi pankartên "Bêzimanî bêîmanî ye" "Xwedî li zimanê xwe derkeve" "Zimanê me rûmeta me ye" hatin vekirin. Piştî meşê di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku ji bo mirovan ziman amûrekê herî bi hêz e, ziman hebûna civakê ye. Di bangkirin ku ti kes nikare zimanê gel qedexe bike ji ber ku ziman beden, hebûn û rûmet e.
 
PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket