Heft gorên komî hatin dîtinê

kurdistani 01:51 PM - 2015-02-22
Heft gorên komî hatin dîtinê

Heft gorên komî hatin dîtinê

Piştî dawîhatina şer li sînorê germesîrê û heya niha 7 gorên bikomî hatine dîtin ku rufatên 12 pêşmerge û hejmarek welatî li jin û zarokan jî têde bûne.

Birêvebirê giştiyê karûbarê şehîdan û enfalkiriyên Germiyanê Cebar Mihemed ji PUKmedia`yê re ragihand: Tîmên me îsal 2015 ji roja 7 kanûna duyem û heya niha 7 gorên bi komî dîtine û vekirine.

Cebar Nihened diyar kir ku di sê gorên bi kom de rufatên 12 pêşmergeyan hatine dîtinê û piştî pişkînîna DNA`yê ew radestî malbatên wan hatine kirinê û hatine veşartin.

Ji aliyê xwe ve jî birêvebirê bajaroka Sediyê Ehmed zerkoşî ji PUKmedia re got: Heya niha termê 40 welatiyên xelkê bajarokê ku ji aliyê terorîstên DAIŞ ve hatibûn kuştinê hatine dîtin, lê belê hîna hejmarekî zor ji xelkê bajarokê ji aliyê terorîstan ve hatine winda kirin û geryana li wan berdewame.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket